Li Sîstan û Belûçistanê paşeroja 5 hezar zarokan di tarîtiyê de ye
Li navçeya Xaşê pergala perwerdeyê hilweşiyaye. 395 mamoste kêm in, 180 pol bê teknolojî ne û nêzîkî 5 hezar xwendekar li benda piştgiriya bilez in.
Navenda Nûçeyan – Dema ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistan a Îranê pirsgirêkên di warê perwerdeyê de berdewam dikin, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Xaşê ragihand ku li navçeyê 395 mamoste û personelên perwerdeyê kêm in, 180 pol ji alavên perwerdehiya hişmend bêpar in û nêzîkî 4 hezar û 800 xwendekar hewceyî piştgiriya perwerdeyê ne.
Ev daneyên ku hatine eşkere kirin, careke din neyeksaniya di gihîştina perwerdeya bi kalîtetir a li herêmê nîşan da. Li gorî agahiyên ku berpirsê fermî dane, ji personelên ku hewcedarî pê heye 74 ji bo asta dibistana seretayî, 82 jî ji bo asta dibistana navîn hewce ne. Hat diyarkirin ku kêmasiya mayî jî di warê xizmetên şêwirmendî û piştgiriya perwerdeyê de ye. Hat destnîşankirin ku ev rewş dikare di sala nû ya xwendinê de bibe sedema astengiyên giran di dibistanan de.
Ji bo kêmasiya mamosteyan planên çareseriyê
Hat ragihandin ku tê plankirin kêmasiya mamosteyan bi rêya îstihdamkirina kesên ku ji zanîngehên perwerdehiya mamosteyan mezun bûne, tayînkirinên nû di çarçoveya qanûnên têkildar de û peywirdarkirina mamosteyên bi mûçe were çareser kirin. Lêbelê, hîn ne diyar e ka ev gav dê heta çi astê hewcedariya heyî derbas bikin.
Fikarên li ser zêdebûna terka ji dibistanan zêde dibe
Li aliyê din hat ragihandin ku li navçeyê nêzîkî 4 hezar û 800 xwendekarên di temenê perwerdeya mecbûrî de, ji bo ku bikaribin perwerdeya xwe berdewam bikin hewceyî piştgiriya madî û akademîk in. Berpirsan teyîd kir ku bêyî piştgiriya saziyên giştî yên têkildar, saziyên piştgiriya piralî û xêrxwazan, dê dabînkirina hewcedariyên van xwendekaran gelekî zehmet be. Hat diyarkirin ku ev rewş fikarên li ser zêdebûna terka dibistanê ya li herêmên dezavantaj jî zêdetir dike.
Di serdema dîjîtal de polên bê teknolojî
Di daxuyaniya derbarê binesaziya fîzîkî ya dibistanên Xaşê de hat diyarkirin ku heta niha 126 pol bi pergalên perwerdehiya hişmend hatine amadekirin, lê li dijî vê yekê 180 pol hîn jî ji alavên bingehîn ên perwerdehiya dîjîtal bêpar in. Di serdema îro de ku teknolojiyên perwerdeyê bûne yek ji hêmanên bingehîn ên hînkirina modern, tê nirxandin ku ev kêmasî dikare neyeksaniya fersendên perwerdeyê ya li herêmê hîn kûrtir bike.
Hişyariya pisporan
Berpirsan destnîşan kir ku kêmasiya mamosteyan, binesaziya kêm a perwerdeyê, kêmasiya amûran û hewcedariya xwendekaran a bi piştgiriyê, di nav pirsgirêkên herî girîng ên pergala perwerdeyê ya li navçeya Xaşê de cih digirin. Gava ku daneyên hatine eşkere kirin pirsgirêkên kronîk ên di warê perwerdeyê de li hinek herêmên Sîstan û Belûçistanê ji nû ve anîn rojevê, pispor balê dikişînin ser vê yekê ku kêmasiyên mamoste, binesazî û derfetên perwerdeyê yên ku ev salên dirêj in berdewam dikin, neyeksaniyên di warê perwerde û civakî de kûrtir dikin.