Li Sîstan û Belûcistanê înternet tê qutkirin

Piştî berdewamkirina rawestandina înternetê li Sîstan û Belûcistanê, gelek rêxistin û çalakvanên mafên mirovan bi daxuyaniyê daxwaz ji Yekitiya Navdewletî ya Telekomunîkasyonê kirin ku zextê li Îranê bike dawî li qutkirina înternetê bîne.

Navenda Nûçeyan – Piştî serhildana şoreşgerî ya ku çend meh in li Sîstan û Belûcistanê rojên Înê berdewam dike, qutbûna înternetê jî zêdetir bû. Di vê çarçoveyê de Nowveş, Pan America, United For Îran, Farîba Baluch û Şhirîn Ebadî jî di nav de 23 rêxistinên mafên mirovan û 4 çalakvanên mafên mirovan, bi “Koalîstona Cape Natîon” re daxuyaniyek dan û qutbûna înternetê ya li Sîstan û Belûcistanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qutkirina înternetê ya li Sîstan û Belûcistanê ji bo veşartina bûyeran û binpêkirina mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zêdetirî sê meha in, gelê Sîstan û Belûcistanê her roja Înê bi dua û xwepêşandanan rastî qutbûna înternetê hatin û ev qutbûna domdar ji bo gelê deverê û kesên ku ji bo karên xwe yên rojane înternetê bi kar tînin bû sedema zehmetiyên mezin.”

‘Îran li hemberî xwepêşandanan serî li rêbazên wiha dide’

Her wiha di daxuyaniyê de bal kişandin ser îna bi xwîn a Zahedanê ku zêdetirî 200 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin gulebarankirin û qetilkirin û wiha hate gotin: “Hikûmeta Îranê li hember xwepêşandanên ku berdewam dikin, bi taybetî li herêm û parêzgehên ku xwepêşandan lê dihatin kirin, qutkirina şebekeya telefonên destan jî di nav de ji bo tepeserkirina xwepêşandanan serî li gelek tedbîran da.”

Rêxistin û çalakvanên mafên mirovan di daxuyaniyekê de daxwaz ji Yekitiya Navdewletî ya Telekomunîkasyonê ku Îran jî endamê wê ye kirin ku zextê li Îranê bike, dawî li qutkirina înternetê bîne.