Li Sîstan û Belûcistanê înternet hat qutkirin

Li Sîstan û Belûcistanê înternet hat qutkirin û li hinek herêman bi tevahî qut bû.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin, piştî weşandina banga serhildana Belûcê ya li seranserê welat, li Sîstan û Belûcistanê înternet bi temamî hat qutkirin.

Li gorî raporan li navçeyên curbecur ên Belûcistanê bi taybetî li devera Dizapê, hikûmeta Îranê leza înternetê kêm kiriye heta astekê ku şandina SMS ji ser platformên biyanî gihîştiye sifirê û peyamên hêdî û dijwar tên şandin û girtin.

Hikûmeta Îranê, piştî banga xwepêşandanên li seranserê Sîstan û Belûcistanê û peyama amadebûna gelê Belûc ji bo serhildanê, hewl dide xwepêşandanên giştî yên parêzgehê asteng bike.