li Sirînê yekemîn komxebata filklorî hate li darxistin
Partiya Sûriye Pêşerojê ya Kantona Kobanê yekemîn komxebata filklorî bi dirûşmeya "Kevneşopiya me nasnemeya me ye, yekîtiya me çanda me dighîne hevdu û wekheviya gelan dîrok û pêşeroja me ye" li bajarokê Sirînê li dar xistin.
Kobanê - Çand nasneme û hebûn civakan pênase dike. Her pêkhateyek di herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê de bi reng û çanda xwe tê nasîn. Her netewek bi hebûna çanda xwe, xwe îfade dike. Partiya Sûriya Pêşerojê yekemîn komxebata filklorî li bajarokê Sirînê yê Kantona Kobanê li dar xist. Komxebata filklorî li çand û hunera bajarokê Sirînê bi beşdarbûna komên çandî ji bajarên Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Sirînê hate çêkirin. Cihê komxebatê bi wêneyên Partiya Sûriye Pêşerojê û wêneyên şehdî Hevrîn Xelef hatibû xemlandin.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê despêkir, paşê Rêveberê Partiya Sûriye Pêşerojê ya Herêma Firatê Ismayîil Xalid axaftina vekirinê kir.
Ismayil Xalid bal kişand ser li darxistina komxebata filklorî ku yekem care li Herêma Firatê tê çêkirin û ev tişt got: "Ji bo em xwedî li çanda xwe derkevin, me pêwîstî dît ku em komxebateke wisa li dar bixin. Armanca me ew e ku her çanda me zindî bimîne û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çanda xwe re bijîn. Çalakiyên bi vî şêwazî pêwîst e her bên çêkirin."
Paşê koma strana ya şehîd Xabûr a çand û hunera bajarokê Sirînê çend stranên filklorî pêşkêşkirin. Her wiha helbestvanên ku ji herêmên din tevlî komxebatê bûne helbestên xwe vegotin. Koma govendê ya Hêvî girêdayî çand û huneya Tebqayê govenda xwe lîstin. Koma govendê ya bi navê Qezafî girêdayî çand û hunera Sirînê govenda xwe lîstin. Paşê hin hunermend stranên xwe pêşkêş kirin.
Komxebat bi gerandina govendê bi dawî bû.