Li Sineyê jinek bi madeyên şewatê rastî êrîşê hat

Li Sineyê Nigîn Rostemî rastî êrîşa mêrê ku hev berdabûn hat. Mêrê ku bi şewitandinê êrîş kir, hewl da wê qetil bike. Jina ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, jiyana wê di xeterê de ye.

HÎMA RAD

Sine – Polîtîkayên dijminên jinan ên hikûmeta Îranê li hemû qadên jiyanê belav bûne. Li Îranê ku tundiya li dijî jinan, komkujî û mirina bi guman zêde bûye; rewş roj bi roj xirabtir dibe. Tevî ku jin pêşengiya serhildanan dikin jî hewl tê dayîn ji aliyê pergala serdest a mêr ve bên cezakirin, jin bi îradeya xwe gav paşve navêjin.

Li bajarê Sineyê jina bi navê Nigîn Rostemî di roja 23’ê Çileyê de li baxçeyê mala xwe hat xwestin ji aliyê kesek an jî kesên nasnameya wan nediyar ve bi madeya şewatê were qetilkirin. Hat hînbûn ku Nîgîn Rostemî beriya niha ji aliyê hevjînê xwe ve gelek caran rastî gefên kuştinê hatiye.

Bi zora malbatê hat zewicandin

Hat diyarkirin ku Nigîn Rostemî ya di temanê zarokatiyê de hatiye zewicandin, di zewaca xwe ya ewil de rastî zextan hatiye. Ji ber wê hevjînê xwe berdaye lê piştî berdanê ji aliyê mêrê bi navê A.M ku bi zexta malbata xwe cara duyemîn hat zewicandin ve jî rastî tundiyê hatiye û piştî demekê li stargehê maye hev berdane. Her wiha hat ragihandin ku A.M gotiye; "Mirina we dê bi destê min be, rojekê ez ê we bikujim" û hem bi devkî hem jî bi çekê gef xwariye.

Hat diyarkirin ku wê rakirine nexweşxaneyê di beşa şewatê de tê dermankirin û jiyana wê di xetereyê de ye.