Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şan hat vekirin

Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê vekir. Di axaftinên vekirinê de, hat gotin ku divê hemû kes xwedî li zimanê Kurdî derbikevin, têkoşînê mezin bikin û bi pêş bixin.

Navenda Nûçeyan- Li Silopiya Şirnexê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li taxa Yeşîltepe ya Kolana Hunerê Navenda Çand û Hunerê ya Eyşê Şan vekir.

Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên herêm û navçeyên Şirnexê yên DEM Partiyê, Şaredariya Silopiyayê ya DEM Partiyê, namzedên hevşaredariya Cizîrê û bajarokê Tilqebînê, Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Birca Belek, Navenda Çand û Hunerê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê û hejmarak zêde welatî tevli merasîma vekirinê bûn.

‘Ax ziman e welat ziman e ji ber wê tu carî nayê înkarkirin’

Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan a di axaftina vekirîne de axivî, wiha got: “Roja 21’ê Sibatê pir taybet e lê ji bo me gelê Kurd girîngtîr e. Çimkî her cureyê êriş, qedexe li ser zimanê me heye. Lê gelê Kurd bi parastina zimanê xwe navê xwe di dîrokê de nivîsandiye. Ez vê rojê li tevahiya gelên bindest pîroz dikim. Hêvî dikim ku em hemû bi hev re bi azadî bi zimanê xwe bijin. Ev avahî avahiya çanda hûnerê bû lê qeyûm belav kiribû lê îro em dibînin kî lê ye em careke din li vir in. Çimkî em dibêjin têkoşina me ne di nava çar dîwaran de ye li her derê ye.”

Hevşaredar Suleyman Şavluk jî got: “Îro Roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye. Li ser zimanê me hemû tiştên dijmirovî pêk anîn. Her cure polîtîkayên bişavtin û tunekirinê li ser zimanê me meşandin. Ax ziman e, welat ziman e ji ber wê tu carî tu kes nikare înkar bike.”

‘Birêz Ocalan girîngiya ku dide zimanê Kurdî vegot’

Parlamantera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina wan a dawî de bal kişandiye ser girîngiya zimanê dayikê û got: "Pêşketina ziman pêşketina nirxên civakî ye, ji ber wê divê ku em di hemû qadan de ji bo parastina ziman li ber xwe bidin. Di hevdîtina ku herî dawî de me bi birêz Abdullah Ocalan re kir wiha got, ‘Ji bo ku em bikaribin bi zimanê xwe biaxivin me gelek têkoşîn da. Min gelek bêriya axaftina bi Kurdî kiriye li vir Kurdî qedexe ye û em nikarin biaxivin, Kurdî li me qedexe dikin divê ku em li dijî wan têbikoşin’ ji ber wê divê ku em ji bo ziman tebikoşin. Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milên me.”

‘Kurd zimanê xwe weke nasname û hebûna xwe dibînin’

Piştî axiftinan Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan wekî panelîst axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û got ku ziman hebûna gelan e, gel nikarin bêyî zimanê dayikê tebikoşin û got: "Heta niha ji bo ziman bedelên giran hatine dayîn. Em hatine kuştin û hewl dane me tune bikin. Lê gelê Kurd di daxwaza xwe ya ziman de tu caran tawîz nedaye û dê nede jî. Kurd zimanê xwe weke nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekitiyê ye.”

Pirtûka ‘Rabûna Berî li Gulberojan’ hat danasîn

Piştî axiftinan pirtûka ‘Rabûna Berî li Gulberojan anatolojiya çîrok û helbestên nivîskarên di zindanan de’ hat danasîn û dûre hat îmzekirin.

Piştî panelê Ozcan Atiş bi karaktera Xalê Şêro Stand-Up derket ser dikê. Di lîstîkê de bal kişand ser polîtîkayên pişavtinê û qirkirina li ser ziman. Kesên beşdar, bi temeşekirina Stand-Upê de saetên kêfxweş derbas kirin.