Li Silêmaniyê meşa girseyi ya li hember dagirkeriyê
Bi bejdarbûna hezaran kesên Hunermend, rewşenbîr, nivîskar, rêxistin û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê meşek girseyî li Silêmaniyê hat li darxistin: Di meşê de bi yek dengî daxwaza bi dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin. Her wiha dijbertiya xwe ya li dijî derxistina şerê Kurd bi Kurd jî nîşandan.
Silêmanî - Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewildanên derxistina şerê Kurd bi Kurd bi pêşengtiya hunermendan, hinek deste û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li ber derê Baxê Giştî yê Silêmaniyê meşek girseyî hat li darxistin û meşê heta cadeya Seholeke berdewam kir. 11 grub û rêxistinên cûda tevî hunermendan çalakiyê organîze kirin. Navê kom û rêxistinên meşê organîze kirin wihane; Sekoy Dijî Dagirkerî, Grûba Asoya Nû, Navenda Karê Nîştimanî, Heng, Desteya Destpêşxerî ji bo Konferansa Nîştimanî, RJAK, Eniya Demokrastiya Gel, Ciwanên Welatparêzên Kurdistan, Rêxistina Niwêger, Şaxê Silêmanî ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê û Encûmena Fişar.
“Bijî yekitiya gelê Kurd”
Di meşa hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr û Şandeya Aştî ya Navenetewî amadebûn pankartên li dijî şerê Kurd bi Kurd û dagirkeriya Tirk hatin hildan û dirûşmên li dijî dagirkeriyê ên weke; “Bijî yekitiya gelê Kurd”, “Bo derewe bo derewe supay Tirk bo derewe”, “Bijî berxwedana Avaşîn” û “Bijî berxwedana Metîna” qêriyan.
“Divê aliyên siyasî jî piştevaniya gel bikin”
Hêjmarek zêde gel ji bejdarî xwepêşandanê bûn Nesrîn weke nivîskarek bejdarî xwepêşandanê bû û ev tişt anî ziman: “Divî niviskar bi nivisên xwe û hunermend ji bi kar û hunera xwe ji bo derxistina dagirkeran ji welatê me kar bikin û aliyên siyasî ji divê pîştgiriya gel bike.”
“Hêviya me ewe êdî Kurd bibin yek”
Perwîn Abdulaha ku weke mamostayek bejdarî xwepêşandanê bûyî da zanîn ku ew ji bo rawestandina şerê birakujiyê li hev kombûne û wiha domand: “Em hatine vêderê şerê birakujî bi sekinîn. Ji dîrokê heta niha diyar bûye ku Kurd bi şerê birakujî zerer ditiye tu caran di vi şerî de qazanc nehatiye kirin em hêvî dikin êdî kurd bibin yek.”
“Xwefiroş li hemberî dagirkeriyê bêdengin”
Mêhrîban Elî jî weke çalakvan bejdarî xwepêşandanê bûye da zanîn ku hikumet nikare parêzvaniya axa wan bike û wiha berdewam kir: “Hikumet nikare parêzvaniya xak û gelê Başûrê Kurdistanê bike, hikumet nerazîbûna gel dibîne, lê belê hikumetê xwe firotiye ji ber wê li beramberî vê dagikeriyê bê denge.”
“Li hemberî dagirkeriyê pêwîstî bi helwesta aliyên siyasî heye”
Piştî meş gihişt cadeya Saholeke peyam hatin xwendin. Destpêkê hunermendê Başûrê Kurdistanê Nasir Rezazî bi bîr xist ku berê wan weke Kurd gelek ji şerê navxweyî kêşane û got: “Nabe tu curan xwina Kurd bi destê Kurd were rijandin, şerê avxweyî sedemê herî mezine ji bo pêşneketina Kurdistanê divê demildest aliyên siyasî li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin.”
“Daxwaziya me ewe pêşmerge tevlî vî şerî nebe”
Pîştre hunermend Mehemed Necîb sîroda Niştîmanî pêşkêş kir. Li ser navê Tevgera Azadî peyam ji aliyê Rehman Resûl ve hat dayîn û têde hat gotin; “Niha dagirkeri gihaye lutkeya herî jor, lê belê Iraq û welatên dinê bê dengin. PDK giringî nade berjewendiyên Başûrê Kurdistanê, ji bo wê divê aliyên din yên siyasî li beramberî vê dagirkeriyê derbikevin. Divê em berê çekên xwe bidin dijmin, ne bidin birayê xwe. Ji bona wê daxwaz ji pêşmergeyan dikîn tevlî vî şerî nebin.”
Piştre peyamên Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizba Şuî Kurdistan û Şandeya Aştî û Azadî ya navnetewî hatin xwendin. Di peyaman de daxwaza pêşîlêgirtina şerê Kurd bi Kurd û bi hêzkirina helwesta li dijî dagirkeriya Tirk hat kirin.
Paşê jî hunermendan bi helbest, şano û stranên xwe helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşandan. Çalakiya xwepêşandanê bi gerandina govendê dawî hat.