Li Silêmaniyê komxebata dayikên aştiyê destpê kir
Komxebata dayikên aştiyê li Silêmaniyê bi nirxandinên li ser aştî û aramiya ser xaka Kurdistanê destpê kir.
Silêmanî- Dayikên aştiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di komxebatekê de li hev kom bûn. Dayikan li hola Kûrtebele ya bajarê Silêmaniyê bi dirûşma “Bi hewla dayikan emê dagirkeriyê têkbinin û aştiyê bînin” dest bi komxebata xwe kirin. Di komxebatê de nirxandin li ser aştî, aramî hatin kirin. Niha jî komxebata dayikan ji aliyê jinên siyasetmendar û rêveberên rêxistinan ve tê nirxandin.