Li Silêmaniyê jî ji bo salvegera fermanê jiyan hat rawestandin
Li Silêmaniyê ji bo bîranîna qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an 5 deqeyan jiyan hat rawestandin.
Li Silêmaniyê ji bo bîranîna qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an 5 deqeyan jiyan hat rawestandin.
Silêmanî - Di 7’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, li tevahî Şengalê û gelek deverên cîhanê ev roj bi çalakiyên cuda mezin tê pêşwazîkirin. Li Silêmaniyê jî bi boneya salvegera fermanê pênc deqeyan jiyan hat rawestandin. Paşê jî li Avahiya Walitiya Silêmaniyê, bi tevlîbûna Waliyê Silêmaniyê, cîgirên walî û karmendan, li gel rêvebir û endamên saziyên civaka sivîl merasîmek rêzgirtinê hate lidarxistin. Li ber avahiyê 5 deqe rêz ji bo bîranîna şehîdên Şengalê hat girtin.
Piştî rêzgirtinê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir got; “Nabe carek din ev suc ji bîra me biçe, divê em hemû bizanin bi hev re li hemberî metirsiyên fermanên nû kar bikin. Dijminên me wek yek li me temaşe dike û ferqê naxe navbera ti Kurdan, ji bo wê divê em vê rojê bikin roja aştiya nîştimanî û li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”