Li Silêmanî 8’ê Adarê bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ hat pîrozkirin

Bi pêşengiya RJAK’ê li Silêmanî jin ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê meşiyan.

Silêmanî – Li bajarê Silêmaniyê bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi pêşengtiya Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de banga yekîtiyê li jinan hate kirin û tekezî li sîstema xweseriya demokratîk li Başûrê Kurdistanê hate kirin ku jin bikaribin di hemû waran de cih bigirin û rola xwe bileyzin.

Meşa 8’ê Adarê ji Parka Nalî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan û Azadî’ û bilindkirina wêneyên şehîdên pêşeng yên jin û têkoşer, herwiha bilindkirina ala RJAK’ê ber bi Baxê Giştî ve destpê kir. Piştî ku girseya meşê gihişt ber Parka Baxê Giştî di kesayeta jinên têkoşer de ji bo hemû şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê RJAK’ê daxuyaniyek ji aliyê Ala Ebûbekir ve hate xwendin.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye;

“8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li damezrênerê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî û Şoreşa Jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Her wiha li hemû jinên kedkar, têkoşer, çalakvan û azadîxwaz pîroz dikin. Rêber Ocalan dibêje ‘sedsala 21’ê sedsala jinê ye’, em jî wê li ser bingehê felsefeya azadiya jinê heta azadiyê têbikoşin.

Eger em weke jin îro çeperên xwe yên têkoşînê bihêz û qahîm nekin, xwe bi başî rêkxistin nekin, perwerde nekin, yekitî û yekrêziya xwe xurt nekin, dijminên jinan wê çeperên xwe di dil û mejiyê me de mezintir û bihêztir bikin.

Li cihê ku têkoşîn û berxwedana jinê tê dîtin, pergala desthilatdar a baviksalarî ranaweste û êrişî wê dike. Ya ku em behs dikin eve ku em dibînin li Kurdistan, Afganîstan, Tirkiye, Îran û li piraniya welatan çawa destdirêjî li jinan tê kirin. Çawa tên qetilkirin, çawa tên darvekirin û çawa di avêjin zindanan. Mînaka jina ku li dijî zîhniyeta qirkirin û qetilkirina jinan têkoşiya Firyal Silêman Xalid’e ku li Kerkûkê di êrişeke faşîst û nemirovane de şehîd bû.”

Piştî daxuyaniyê meşa girseyî ya di pêşengtiya RJAK’ê de li Silêmaniyê bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê hat lidarxistin, bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin Jiyane Jiyanê Nekuje’ bidawî bû.