Li Silêmanî romana bi navê Naleyî Germiyanî Wêl hat nasîn
Nivîskar Fewziye Salih Menmî di 37’yemîn salvegeran jenosîdê de, bi amadebûna jinên nivîskar û çalakvani, pirtûka xwe ya bi navê ‘Naleyî Germiyanî Wêl’ nasand.

Silêmanî- Di 14’ê Nîsanê de li Navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinên Kurd a li bajarê Silêmanî, nivîskar Fewziye Salih Menmî, pirtûka xwe ya cureyê roman a bi navê ‘Naleyî Germiyanî Wêl nasand.
Fewziye Salih wiha behsa romana xwe kir: “Di nava romanê de behsa jenosîdên li ser gelê Kurd çêbûne hatiye kirin. Ew dîroka ku dijmin nivîsandiye û şêwe daye di vê romanê de min behsa hemûyan kiriye û rast kiriye. Min di pirtûka xwe de sûd ji 30 çavkaniyên dîrokî ku tê de hemû bîranîn û salvegerên Kurdan nivîsiye girt.”
‘Gelê Kurd tu carî jenosîdên ku jiyane ji bîr nake’
Rêvebera Navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jina Kurd Tirîfe Heme Reşîd wiha behsa jenosîdên ku gelê Kurd jiyan e kir: “Peymana 14’ê Nîsanê, roja salvegera jenosîda li ser gelê Kurd bi destên rejîma Baasê, jenosîd û trajediyek gelek mezin bû. Gelê Kurd qet ji bîr nake. Li navendê nasandina ji bo pirtûkê hebû, ji nivîsa Fewziye Salih Menmî, pirtûka bi navê ‘Naleya Germiyanî Wêl’ me xist vê rojê ji ber behsa êşên jenosîdê dike. Ev jenosîd di nava gelê Kurd de rû daye di nava romanê de hatiye destgirtin. Tiştek din jî di nava romanê de gelek girîng e û çend caran amaje pê hatiye kirin. Ew jî çand û tiştên ji gelê Kurd hatine dizîn in.”
‘Divê nifşên pêşerojê dîroka xwe bizanibin’
Tirîfe Heme Reşîd di axaftina xwe de wiha got: “Bîranîn tiştek gelek girîng e, an ji bo boneyên trajedî yan jî rojên cejn û xweşiyê û bîranîna şehîdan. Ev gelek girîng in. Ji ber ku ger tiştên qewimîne neyên bibîranîn dê nifşên piştî wê nizanibin dîrok çi ye û bi çi awayî derbas bûye. Divê ev pirsgirêkên heyî, bên çareserkirin. Dikarin gelek çalakiyan li dar bixin an hunerî yan jî serdana cihên ku jenosîd lê çêbûye. An jî bi vekirina pêşangeh û şanoyê be, ev hemû bandorek mezin li ser civakê dikin.”