Li Silêmanî pêşangeha wêneyên ya koçberên Şehbayê hat vekirin
Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê pêşangehek wêneyan ku ji wêneyên koçberbûna koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê pêk tên hat vekirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241219-20241219-wena-jpgaf3eaa-image-jpg04528f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li Parka Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê, saziya çapemeniyê Shar Press pêşangehek wêneyan ku ji wêneyên koçberbûna koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê pêk tênv ekir. Di pêşangehê de êş û azarên koçberên Efrîn û Şehbayê yên ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêre rûbirû mayî hatin nîşandan.
Di vekirina pêşangehê de Rêveberê Giştî yê Saziya Çapemeniyê Shar Press’ê Îzet Mîke axaftinek kurt kir û diyar kir ku armanca wan ya ji vê pêşangehê nîşandayîna êş, azar û rewşa dijwar ya koçberên Rojavayê Kurdistanê ye.
Di pêşangehê de 52 wêneyên ku ji aliyê nûçegihanê Shar Press’ê yê Rojavayê Kurdistanê Kendal Cûdî ve hatine kişandin û taybet wêneyên koçberên Efrîn û Şehba yên bi neçarî ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên hov li ser herêma Şehbayê cara duyemîn koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûne, hatin nîşandan.