Li Silêmanî jin meşiyan

Bi pêşengiya Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Silêmanî jin meşiyan.

Silêmanî – Li Silêmanî jin bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê jin bi pêşengiya Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) li dijî tundiya mêr meşiyan.

Meşa bi beşdariya bi dehan jin, çalakvan û welatiyên bajêr bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Jin Jiyane, Jiyanê Nekuje’ ji Cadeya Salim (Seholeke) destpê kir. Piştî gihiştina ber Baxê Giştî daxuyaniya RJAK’ê ji aliyê Haje Mihemed ve hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Heta ku hişmendiya namûsê, milk û nîjadperestî ji holê neyê rakirin, tundiya li ser jinê, derdor û her kesî ji holê ranabe.  Ji ber ku jin weke milk hatiye desteserkirin û mêr ji xwe re weke maf dibînin ku çi dixwazin bi wan re bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ji bo xwe weke jin bibînin û bibin dengê azadiyê. Weke xwişkên Jîna Emînî, Nagîhan, Rehan, Leyla Qasim û xwîşkên Mîrabel, divê em jî zilm û zordariyê qebûl nekin. Li xakê û di hemû civakê de divê em xwedî li vîna azadiyê bin û ji bo azadiyê têbikoşin û wê fêm bikin, wê demê emê ber bi wê ve biçin. Divê em ji qetilkirin û qirkirina jinan re, ji destavêtin û bazirganiya jinan û zarok rebi giştî re bêjin na.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya xakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye, heta jin azad nebe azadiya civakê pêk nayê, heta jin azad nebe mêr azad nabe û wiha hate gotin; “Ji ber ku di kesayeta jinê de her tişt hatiye tunekirin û azadiya wan hatine desteserkirin. Pergala desthilatdar ji bo jinê mercê bedewiya bedenî û fîzîkî daniye ku divê di aliyê beden û fîzîkî de ciwan be. Di warê derûnî û mafî de tu carî hewl nadin û rêgirin li ber hişyarî û pêşketina jinan nagirin, ku jin di warê madî de girêdayî ye û hewla hişyarkirinê nadin.”

Di dawiyê de bang li jinan hat kirin ku ji bo têkoşîn û mafên xwe bibin yek û  daxuyanî bi van gotinan bidawî bû; “Di nava partî, rêxistin, sazî û dezgehan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hev re gavan bavêjin û li hember her êrişeke li ser vê Herêma qirkirina jinan dike û hemû mijarên din helwestê nîşan bidin. Êdî rê nedin tucarî bazirganî û qumar bi jinan bê kirin û hewl bidin xwe bi rêxistin bikin.”