Rêxistinên mafên mirovan: ‘Herî zêde rojnamegerên jin rastî êrîşan tên’
Rêxistina Casene û Navenda Pêşvebirina Demokrasî û Mafên Mirovan destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê beşdariya jinan a di çapemeniyêde kêm e, yên heyî jî gelek caran rastî êrîşan tên.

Silêmanî- Duh li Hotel Titanîk a li bajarê Silêmaniyê, bi pêşengtiya Rêxistina Casene û Navenda Pêşvebirina Demokrasî û Mafên Mirovan, derbarê encamên lêkolîna derbarê rêjeya rojnamevanên jin ên dezgehên çapemeniyê yên Herêma Kurdistanê de, her wiha astengî û rêgiriyên civakî yên li pêşiya jinan, civînek çapemeniyê hat lidarxistin.
‘Beşdariya jinan gelek kêm e’
Di civîna çapemeniyê de Berpirsa Projeya Xurtkirina Hêza Jinan û Endama Navenda Pêşvebirina Demokrasî û Mafên Mirovan Şadûman Ehmed encamên lêkolînê ragihand. Şadûman destnîşan kir ku rêjeya beşdariya jinan di navendên biryardayîn û navendên medyayê de di asteke gelek kêm de ye û wiha got: “Nêzî hezar û 700 dezgehên medya, çap, deng, dîtbarî û dîjîtal hene. Lê hejmara jinên sernivîskar û xwedî îmtiyaz, ji 10’î derbas nabe.”
‘Herî zêde jin rastî êrîşan tên’
Di berdewama daxuyaniyê de Şadûman Ehmed da zanîn ku piraniya jinên rojnameger û medyakar ku rêjeya wan ji sedî 30.6 e, rastî êrîşan hatine. An jî ji her sê jinên rojnameger û medyakar yek, rastî êrîşan tên, herî zêde êrîş li dijî rojnamegerên jin tê kirin. Her wiha ji wê rêjeya jinan a ku rastî destdirêjiya zayendî hatine, bi rêjeya ji sedî 75.5rojnamevan û medyakarên jin amade nebûne ku raporên tundiya li dijî wan belav bikin. Tu medyakareke jin amade nebûye ku daxwaza piştgiriyê ji rêxistina wan bike.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin di nûçeyên malperên elektronîk yên Kurdî de gelek caran di pêşkêşkirina nûçeyên têkildarî jinan de bi awayekî negatîf û kêm hatine nîşandan û di vê mijarê de pîvanên etîkî û pîşeyî yên ragihandinê li berçav nehatine girtin.