Li daristanên patakê yên li serpol zehabê şewat derket

Bi pêla şewatê ya berdewam a li daristanên Zagrosê re, beşên mezin ên daristanên Patak ên li navçeya Serpol Zehab ji şewatê bandor bûne.

Navenda Nûçeyan – Piştî şewatên berdewam ên li daristanên Zagrosê, medyaya herêmî îro ragihand ku li beşên bilind ên Patak ên navçeya Serpol Zehab a Kirmaşanê, şewatek berfireh derketiye.

Li gorî nûçeyê, beşên mezin ên daristanên Patak ji şewatê bandor bûn. Medyaya herêmî, bang li parêzgarê navçeya Serpol Zehab, saziyên pêwendîdar, tîmên agirkujê, Rêveberiya Çavkaniyên Xwezayî, komên civakî û çalakvanên jîngehê kir ku ji bo kontrolkirina şewatê û pêşîgirtina belavbûna şewatê bi awayekî lez mudaxele bikin.

Heta niha çavkaniyên fermî der barê sedema şewatê, zirara ku çêkiriye an jî hewldanên vemirandina şewatê de tu daxuyanî nedan. Li gorî nûçeyên hatine weşandin, heta niha tenê komên civakî û çalakvanên jîngehê ji bo kontrolkirina şewatê mudaxele kirine.

Şewatên ku gelek caran li daristanên Zagrosê û bi taybetî jî li eyaletên Kirmaşan, Îlam û Sine diqewimin, di nava pirsgirêkên jîngehê yên herî girîng ên herêmê de cih digirin. Her wiha rexneyên li ser performansa saziyên fermî û di hinek raporên serbixwe de îdiayên derbarê rola dezgehên ewlehiyê ya di van şewatan de, bûn sedem ku pirsgirêk astekî ewlehiyê yê mezintir qezenc bike.