Li Serêkaniyê a dagirkirî 2 jin hatin qetilkirin

Jinên bi navê Zehra Şihada û Şehed Şihada li Serêkaniyê a dagirkirî piştî îşkence û tundiyê ji aliyê birayên xwe ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Hesekê- Di 8'ê Cotmehê de, du jinên bi navê  Zhera Şihada û Şehed Şihada yên ku bi xwe ji taxa Mehetê a Serêkaniyê ne, ji aliyê birayên xwe Mihemed Şihada û Ibrahîm Şihada ve hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ajansa me ji çavkaniyên ewlekariyê bidestxistiye bûyer di saet 22:00'ê şevê de diqawime. Her du kiryar bi xwûşkên xwe re dikevin pêwindiyê û li gundê Kûh El-Şilah yê dikeve rojavayê navçeya Serêkaniyê wan dikşînin mezreyekê.

Zehra û Şehed ên  ku ji aliyê Mihemed Şihada û Ibrahîm Şihada di destpêkê de tên îşkencekirin bi guleyan tên qetilkirin.