Li ser zaroka hatibû revandin û xwe xilas kiribû gef didomin

Li Amedê zaroka ku ji aliyê mêrê bi navê D.Y. ve hatibû revandin, ji cihê ku lê girtî bû reviya. Zarok di îfadeya xwe de anî ziman ku tundî tecawiz lê hatiye kirin, dayik N.D. jî destnîşan kir ku malbata kiryar dixwaze bi ‘zewacê’ li ser bûyerê bigire.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li semta Şehîtlîk a navçeya Bajarê Nû meha Tirmehê zaroka 13 salî ji aliyê mêrê bi navê D.Y. yê 17 salî ve bi gotinên zewacê hatibû revandin. Her çiqas li ser giliyê dayikê lêgerîn hatibe destpêkirin jî nehatibû dîtin û hefteyek berê ji mala ku lê girtî bû reviya û çû qereqolê. Zaroka ku li qir îfade da û gilî kir, anî ziman ku tundî lê hatiye kirin û bi êrişa zayendî re rû bi rû maye. D.Y. yê ku piştî giliyê derbarê qî de lêgerîn hat destpêkirin nehat dîtin. Piştî bûyerê muayene li zaroka keç hat kirin û nîşaneyên tecawizê hat dîtin. Piştî îfadeyê zarok vegeriya gel malbata xwe.

Dayika zarok N.D. anî ziman ku kiryar gefa kuştinê li zaroka wê dixwe. N.D. destnîşan kir ku malbata kiryar jî ji wan re dibêje “Em ser buyerê bigirin, bila doz neyê vekirin, em wan bizewicînin” û bertek nîşan da.

Kiryar gefa kuştinê li zarok dixwe

Dayik N.D. ya derbarê mijarê de anî ziman ku kiryar gefa kuştinê li zaroka wê dixwe û wiha got: Zaroka min tundî dîtiye. Ruxmê bi dehan caran min daxwaz kir ne zaroka min anîn ne jî hiştin ez pê re biaxivim. Dema ku piştî buyerê zaroka min hat malê bi kesî re neaxivî. Em nikarin pê re pêwendiyek ava bikin. Me gilî kir hê jî nehatiye girtin. Lê tim ji zaroka min re dibêje “Ger tu bikevî destê min ezê te bikujim”. Tenê daxwazekî me heye bila kiryar tavilê bê girtin. Ji me re dibêjin emrê wî biçûk e, lê kesekî di wê emrê de çawa dikare van tiştan bike?”

‘Çi dibe bila bibe em li pêy doza xwe ne’

N.D. destnîşan kir ku malbata kiryar jî li wan geriyaye û got: “Li me digerin û dibêjin ‘em ser buyerê bigirin, bila doz neyê vekirin. Em wan bizewicînin, keçikê bigirin’. Em van tiştên qewimîne qebûl nakin û em gilîdar in. Dixwazin bi zewacê re ser buyerê bigirin. Lê çi dibe bila bibe em li pêy doza xwe ne. Ji bo zaroka min çi ji destê min bê ezê bikim.”