Li ser tabletên Babîlî tarîfê xwarinê ya 3 hezar û 800 salan hat dîtin

Tabletên Babîliyan ên ji Iraqê, ku dîroka wan diçe 3 hezar û 800 salan, çanda xwarinê a cîhanê ronî dike.

Iraq – Lêkolînên li ser tabletên ku di destpêka salên 1900’an de li Iraqê hatine derxistin hate dîtin ku li ser wan reçeteyên xwarinê li ser wan hene.. Tenê di salên 1980’an de, bi lêkolîna arkeologê Fransî Jean Bottéro, hate pejirandin ku nivîsên li ser çar tabletên axê yên di koleksiyona Zanîngeha Yale de, ku bi nivîsa bi mîx hatine nivîsandin, tarîfên xwarinê dihewînin. Berê, dihat fikirîn ku ev nivîs xwedî naveroka bijîşkî an jî kîmyayî ne.

Tarîfên cûrbecûr ên xwarinê hatine dîtin

Bi saya lêkolînên nû yên ku ji hêla Gojko Barjamovic ji Zanîngeha Harvardê ve hatine birêvebirin, naveroka reçeteyên di tabletan de zelaltir hatiye famkirin. Lêkolîneran reçeteyên boreka goştê çûkan, şorbeya goşt û sebzeyan û şorbeyên cûda dîtin. Di reçeteyê de malzemeyên wekî goştê berxan, kişnîş, kulîçeyên ceh, şîr, pîvaz û sîr hatine bikaranîn. Hin tarîf malzemeyên ne asayî yên wekî guhaniyên piçûk ên pijandî û xwîn dihewînin.

Piraniya tarîfan, berevajî tarîfên îroyîn, pîvan an rêwerzên pijandinê yên berfireh nagirin nav xwe. Bo nimûne, yek ji reçeteyan tenê van gotinan dihewîne: "Goşt tê bikaranîn. Av tê amadekirin. Xwêya zirav, nanê cehê hişkkirî, pîvaz, şalotên farisî û şîr lê tên zêdekirin. Pîvaz û sîr tên perçiqandin û lê tên zêdekirin."

Li gorî pisporan, ev tablet çavkaniyek girînge ji bo têgihîştina pêşveçûna dîrokî ya çanda xwarinê. Ev yek jî nîşan dide ku xwarinên Mezopotamyayê di jiyana rojane de çiqas girîng bûn.