Li ser şopa jinên berxwedêr 8’ê Adarê
Ji dîrokên kevn heta roja me ya îro, jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya di qadên siyasî, civakî û leşkerî de dengê xwe li cîhanê dan bihîstin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Gelê Kurd li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê ji bo azadî û wekheviyê têkoşîna xwe didomîne. Jinên Kurd ên ku di tevahiya dîrokê de li dijî hêzên mêr ji bo wekhevî û azadiyê têkoşiyan jî, di guhertina civakan de bûne pêşeng. Edile Xanim, Sakîne Cansiz, Rêveberiya Xweser, Bêrîvan Qelendar, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabur, Hevrîn Xelef tenê çend jinên Kurd in ku bi têkoşîna xwe navê xwe di dîrokê de nivîsandine.
Yek ji kêm jinên Kurd ên pêşeng ên Şerê Cîhanê yê Yekem, seroka eşîra Cafê Edile Xanim bû ku li deşta Şehrezorê ya li ser sînorê Iraq û Îranê dijî ya. Di destpêka salên 1900’an de rêveberê parêzgeha Helebce kiriye.
Yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) di sala 1958'an de li bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Di sala 1980’an de 10 salan di Girtîgeha Amedê de girtî dimîne. Sakîne Cansiz ku li girtîgehê li dijî her cure îşkenceyê li ber xwe dide, piştî ku ji girtîgehê derket, têkoşîna xwe ya ji bo jiyana azad a demokratîk berdewam dike. Sakîne Cansiz ku pêşengtiya bi hezaran jinan kir, di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê tevî hevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê qetilkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê jin di nava şoreşê de şoreş kirin
Bi şerê navxweyî ya li Sûriyeyê re, Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rasteqînê wek Federasyona Bakurê Sûriyeyê gihiştin rêveberiyeke xweser. Di şoreşa bi pêşengiya jinên Kurd hat pêkanîn de, jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadên leşkerî, civakî, aborî û siyasî de dest bi cih girtinê kirin.
Di Rêveberiya Xweser de, bi awayê ku di hiqûqa medenî de wekheviya mutleq a jinan pêk bîne qanûn hatin derxistin. Zewaca bi darê zorê, pirzewacî û zewaca temana zarokan jî hat qedexe kir. Di dîroka Sûriyê de cara yekem, li ser ji holê rakirina cudahiyên olî, mezhebî û etnîkî di navbera aliyên zewacê de, li herêmên xweser ên Sûriyê destûra zewacên fermî hat dayîn.
Bêrîvan Qelendar bû yekemîn şehîda YPJ’ê
Di 4’ê Nîsana 2013’an de jî, bi navê YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) artêşa jin hate avakirin. Şervanên jin ên Kurd ên di nava YPJ’ê de di dorpêçkirina Kobanê ya çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina Êzidiyên li Çiyayê Şengalê yê Bakurê Iraqê de, roleke sereke lîstin. Li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi qehremanî şer kirin.
Bêrîvan Qelendar a di sala 1988'an de li navçeya Mabata ya Efrînê ji dayik bû, piştî damezrandina YPJ'ê tevlî nava refên YPJ'ê bû. Bêrîvan Qelendar a ku di dema êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra ya li ser gundên Şêrawa de li dijî çeteyan şer kir, di 28’ê Gulana 2012’an de şehîd ket.
Arîn Mîrkan bû sembola Kobanê
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin Arîn Mîrkan (Dilar Gencxemîs) di sala 1992’an de li gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dayik bû. Ji destpêka şoreşa Rojava ve ji bo parastina gel û axa xwe di nava refên YPJ’ê de cih digre. Arîn Mîrkan a ku di 5'ê Cotmeha 2014'an de piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Girê Miştenûr ê Kantona Kobanê dorpêç dike, çalakiya fedayî pêkanî, di dîroka mirovahiyê de efsaneya berxwedanê nivîsand.
Arîn Mîrkan, di dema êrîşa qirkirinê ya çeteyan de wiha gotibû: "Jinên Kurd di berxwedana Kobanê de hêj gotinên xwe yên dawî negotin. Em ji çeteyan natirsin, em ê heta dawiyê têbikoşîn. Li şûna ku bikevim destê çeteyan, em ê canê xwe feda bikin."
Avêsta Xabûr di berxwedana serdemê de cih girt
Avêsta Xabûr (Zelûh Hemo) di sala 1998’an de li bajarê Helebê li gundê Bêlêh ya girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ji dayik bû. Avêsta di sala 2014'an de tevlî nava refên YPJ'ê bû. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk ji bejahî û hewayî ve bi 72 balafiran û bi sedan topên hawanê êrîşî Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li hemberî van hemû teknîk û çekên giran, şervanên YPJ/YPG’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û 58 rojan li ber xwe dan. Ev berxwedanê wek “berxwedana serdemê” hat binav kirin. Avêsta Xabûr di 27’ê Çileya 2018’an de li gundê Hemamê yêaku şer lê dijwar diqewimî, li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêkanî û şehîd ket.
Hevrîn Xelef bi awayekî aktîf di nava rêxistinên mafên mirovan de cih girt
Jinên Kurd ên ku bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, di qada siyasî de ji têkoşiyan, li seranserê Sûriyê xebatên girîng meşandin û nexşeya rêya nû xêz kirin. Yek ji siyasetmedarên jin ên ku ji bo gelê Kurdistanê bû sembol Hevrîn Xelef bû. Hevrîn Xelef di 15'ê Mijdara 1984'an de li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû. Hevrîn Xelef a ku endezyar û di heman demê de siyasetmedar e, bi destpêkirina qeyrana Sûriyê re beşdarî xebatên siyasî bû û bi awayekî aktîf di nava rêxistinên mafên mirovan de cih girt.
Hevrîn Xelef a ku di 18’ê Adara 2018’an de ji bo Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hatibû hilbijartin, di 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên Ahrar Al-Sharqiye ya ji komên çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê ve ket kemînê û hat qetilkirin. Hatibû tespît kirin ku Hevrîn Xelef bi zêdeyî 20 guleyan birîndar bûye, lingên wê hatine şikandin û rastî tundiya fîzîkî hatiye.
Li İraqê yekemîn dadgera jin: Zekiye Îsmaîl Heqî
Yekem kovara jina Kurd (Dengî Jinan) di sala 1953an de hat weşandin. Yekîtiya Jinên Kurd piştî rûxandina rejîma Melekî ya di sala 1958’an de, ji bo di qanûna medenî ya Iraqê de reforma qanûnî bê kirin dîplomasî kirin û biserketî bûn. Zekiye Îsmaîl Heqî ku di sala 1957’an de xwendina xwe ya hiqûqê li zanîngeha Bexdayê qedand, di sala 1959’an de li Îraqê bi berjenga Edalet wek yekemîn dadgera jin dest bi kar kir. Di sala 1952’an de di nav damezrînerên Yekîtiya Jinên Kurdistanê de cih girt û heta sala 1975’an sekreteriya giştî ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir. Li zanîngeha Swîsrayê beşa rêvebirina bazirganiyê qedand û di sala 1972’an de li zanîngeha Bexdayê lîsansa bilind û li zanîngehê jî di qada hiqûqa navneteweyî de dîplomeya diktorayê wergirt. Zekiye Îsmaîl Heqî ku li Iraqê yekemîn jin bû ku berpirsyariya edaletê girt ser milê xwe û bi wêrekî kar dikir, di 23’ê Tebaxa 2021’an de li Amerîkayê bi nexweşketinê jiyana xwe ji dest da.
Leyla Qasim: Bi kuştina min re dê bi hezaran Kurd hişyar bibin
Leyla Qasim yek ji jinên Kurd ên pêşeng ku li dijî rejîma Baas a Iraqê şer kir. Leyla Qasim a di 27’ê Kanûna sala 1952’an de li bajarê Xaneqînê yê Kerkûkê ji dayîk bû û di sala 1971’an de li Zanîngeha Fakulteya Edebiyatê Beşa Civaknasiya Giştî a Bexdayê, dest bi xwendina xwe ya lîsansê kir. Leyla Qasim di nav xwendekarên Kurd ên zanîngeha Bexdayê de xwedî roleke çalak bû. Leyla Qasim ku xebatên xwe ya Kurdî li gel xwendekarên ciwan li bajarên Iraqê kir, di 24’e Nîsana 1974’an de li Bexdayê tevî çar hevalên xwe di encama operasyona hêzên rejîma Baasê de hat girtin. Leyla Qasim a ku di girtîgehê de rastî îşkenceyên dîjmirovan hat, dema derket sedarê darvekirinê hêj 22 salî bû. Di danişîna dozê de Leyla Qasim ji dadgerê re wiha got: "Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanîn ku bi kuştina min dê bi hezaran Kurd hişyar bibin. Ez kêfxweş û serbilind im ku min canê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kir." Leyla Qasim a ku dema diçû sedara darvekirinê Ey Reqîb xwend, di jiyana xwe ya kurt de ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd têkoşiya. Şirûda ku li sedara darvekirinê xwend, pêl bi pêl li çiyayên Kurdistanê deng vedida. Leyla Qasim a yek ji jinên yekemîn ên ku di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, sembolan xwe ya ji bo jinên ciwan didomîne.
Viyan Soran: Azadî bê bedel nabe
Viyan Soran ku ji eşîra Caf a Başûrê Kurdistanê ye, di sala 1981’an de li Silêmaniyê ji dayik bû. Viyan Soran a di sala 1997'an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, ji malbata xwe ya ku dixwest wê paşve bizivirîne re, wiha got "Ez ê qet bi we re vengerim. Ez diçim cihê ku azad bibim" û li qadên gerîlayan ma. Viyan Soran tevî gelek zehmetiyan jî di demeke kurt de bû fermandara YJA Starê. Viyan Soran di xeta azadiya jinê de bi israr û bi biryar têkoşiya, bi helwesta xwe ya hişmend bû pêşenga hemû jinan. Di salên ku Viyan Soran li çiyayan têdikoşî ya de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat pêkanîn. Ji ber komploya 15'ê Sibata 1999'an bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiyên fedaî hatin lidarxistin. Viyan Soran jî di sala 2006’an de rêyeke cuda hilbijart. Viyan Soran di destpêka meha Sibata 2006’an de ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan û pêkanînên dijmirovahî yên li Îmraliyê, li Heftanînê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Viyan Soran beriya çalakiya xwe bike nameyek ji malbata xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hişt û got, "Azadiya bê berdêl nabe."
Jîna Emînî û felsefeya 'Jin, jiyan, azadî'
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jinên Kurd rastî êrîşên artêşa Rûs û Tirk hatin. Di sala 1915’an de artêşa Rûsyayê mêrên Mehabadê qetil kirin û tecawîz li 200 jinan kirin. Di dîroka 1936’an de Komara Mehabadê beşdarbûna jinan di jiyana giştî de pêş xist. Di Tebaxa 1979’an de artêşa Îranê dest bi êrîşa ser tevgera serxwebûna Kurdistanê ya li Îranê kir. Rêxistinên Kurd ên wek (Komela) bi sedan jin tevlî refên xwe yên leşkerî û siyasî kir. Dema li kampan cihêkariya zayendî hat rakirin, jin beşdarî şer û perwerdeya leşkerî bûn. Bi derbasbûna salan re jinên Kurd di nava civaka Îranê de zêdetir rol girtin û di sala 2000’an de gelek jinên Kurd bûne beşek ji têkoşînê. Gelek jin bi xebatên rewşenbîrî yên wekî helbest, nivîskarî û muzîkê re mijûl bûn. Piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an, di der barê cil û bergên jinan de rêgezên tund hatin danîn. Jîna Emînî ku di 14’ê Îlona 2022’an de li Tahranê ji ber ku porê wê xuya dibû ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi îşkence hat binçavkirin, di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneya hat rakirin di encama îşkenceya ku lê hatibû kirin de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” serhildana gel destpê kir. Berxwedana ku zêdeyî 5 meh in dewam dike, li hemû cîhanê dêngek mezin afîrand.