Li ser navê dîroknas Mestûre Erdelan pirtûkxane hat vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin an Amedê û Şaredariya Rezanê Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan vekir û gelek kes beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bû.
Amed – Şaredariya Bjarê Mezin a Amedê û Şaredariya Navçeya Rezanê bi hevkarî di çarçoveya projeya “Ji bo her taxekê pirtûkxaneyek” li Taxa Şêx Şamilê Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan bi merasîmekê vekir. Hevşaredara Serra Bucak, Hevşeredarên Rezanê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, rêveberên DEM Partiyê û DBPê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.
Serra Bucak axivî û anî ziman ku wan heya niha gelek pirtûkxane vekirine û cara yekem ewqas ciwan û şagirt tev li vekirina pirtûkxaneyekê dibin û ev jî encama xebatên ji bo ciwanan dide nîşandan.
Paşî jî Hevşeredarê Rezanê Sîraç Çelîk axivî û diyar kir ku ji bo gel û ciwanan çi ji destê wan tê dikin û got: “Ciwan pêşeroja me ne, hûn ê bixwînin, sibê jî hûn ê tiştên baştir bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ciwanên me bixwînin, xwe bizanibin û xwe bi rêxistin bikin.”