Li ser komkujiya Seyfo komxebatek hat lidarxistin

Navenda Lêkolînên Stratejîk yên Suryanî bi boneya salvegera şehîdên qirkirina Suryaniyan “Seyfo” li Qamişlo bi komxebatekê bibîranîn.

Qamişlo – Navenda Lêkolînên Stratejîk yên Suryaniyan, li Qamişlo bi boneya 109’emîn salvegera komkujiya Seyfoyê ku bi sedhezaran Suryanî, Asûrî û Keldanî di navbera sala 1914’an – 1920’an de ji aliyê Osmaniyan ve hatibûn ê qetilkirin û bi sed hezaran kes jî hatin sûrginkirin komxebatek lidarxist. Partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya xweser, nivîskar û endamên Navenda Lêkolînên Stratejîk yên kurd li hola Keldaniyan tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de 4 xal hatin nîqaşkirin, xala yekemîn bi sernavê “Çarçoveya qanûnî ji qirkirinê re û rêyên naskirina wê” ji aliyê Mudirê Saziya Mafên Mirovan û Heqê Insanî Dr. Wail Xêr ve hat dayîn.

Xala duyemîn bi sernavê “Zehmetiyên Pêkanîna Naskirina `Sêfo` û Xebatên wê” ji milê Seroka Yekîtiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersomo ve hat dayîn.  

Xala sêyemîn jî bi sernavê “Tecrubeya Ermenan di naskirina komkujiyê de” ji aliyê analîzvanê siyasî û rojnamevan Mîxaîl Haciyan ve hat dayîn.

Xala çaremîn bi sernavê “Pêşinyarên ji bo naskirina Sêfo di qonaxa bê de, çawa em ê rê li ber qirkirinê bigirin” ji hêla Serokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm ve hat dayîn.

’Weke jinên Ermen daxwaza mafê qirkirina ‘Seyfo’ dikin’

Têkildarî komxebatê  Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryanî, Corcêt Bersomo axivî û got: “Qirkirina Seyfo ya ku dewleta Osmanî pêk anîbû li ser gelê Ermen jî pêkanî bûn, ku û piştî 109 salên qirkirina Seyfoyê ku heta niha tu eşkerekirina dewletên navneteweyî yan jî navxweyê ku mafên gelên rastî qirkirinê hatine ne hatiye dayîn. Di riya vê komxebatê de nîqaşên bingehîn ku naskirina qirkirina Seyfo û riya çareserkirina mafê gelê ku rastî qirkirinê hatine werin nîqaşkirin. Ji bo ku ev bîranîn zindî bimîne di dilê her Ermenekî de yan Suryanî û Keldaniyekî de, û ji bo ku dengê me bigîhêje tevahî cîhanê em vê komxebatê li dar dixin. Em jî weke jinên Ermen û Suryanî vê qirkirinê bi tundî şermezar dikin û dawaza mafê xwe dikin.”

Piştî nîqaşkirina encamnameya komxebatê hat derxistin.

1- Bi tevlêbûna rêxistinên siyasî, olî, çandî û kesayetan wê sazî, peymangeh, navend, komîte bên damezrandin.

2- Ji bo naskirina komkujiyên 1915`an ji aliyê civata navneteweyî ve, divê tevahî sazî helwestekê nîşan bidin.

3- Qirkirina 1915`an derbasî materyalên dibistanan bê kirin.

4- Di wêje, huner, ragihandinê de bi awayekî stratêjîk balê bikşînin ser komkujiyên Sêyfo yên 1915`an.

5- Li dewletên ku gelê me yê Suryanî lê ne, em ê di roja salvegera Seyfo de daxwaza betlaneyeke fermî bikin.

6- Em ê bi dêran re di nava civaka Suryan de der barê komkujiyên Seyfo yên 1915`an de gel hişyar bikin.

7- Di salvegera qirkirina 1915`an de li pêşiya saziyên fermî yên rojavayî û Tirkiyeyê çalakiyên protestokirinê dewam bikin.

8- Ji dewlet, rêxistinên mirovahiyê bê xwestin ku ji komeleya giştî ya NY daxwaza îtîrafa qirkirinê bê kirin.