‘Li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirinên eşkere pêk tên’

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma destnîşan kir di nava bêdengiyê de binpêkirinên eşkere yên dijmirovî li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û daxwaz kir ku hêzên navneteweyî fişarê li Tirkiyeyê bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakurû û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di nava bêdengiya navneteweyî de, êrîş li ser herêmê zêdetir bûne, yên ji vê zirara zêde jî dibînin welatiyên sivîl in. Di encama êrîşên ku di dawiya meha derbasbûyî de çêbûn, jinek û kurê xwe bi mayîneke çandî di wesayidê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Amûdê jî bi êrişa balafireke keşfê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma têkildarî mijarê ji me re axivî.

Evîn Cuma da zanîn ku nêzî du salan e welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên hedefgirtin, ev yek bûye siyaseteke ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi riya balafirên keşfê yên bê mirov, mayîn û topan êriş pêk tên. Dixwazin welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bikin. Di gelek êrîşan de navendên bajaran bûn armanc, mijar ne girêdayî êrîşên sînorî ne. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest didin welatiyên sivîl in.”

Rêbazên qirkirina hêdî û demdirêj

Evîn Cuma bombebarana binesazî û navendên pêdiviyên jiyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got: “Ji ber ku heta niha erêkirineke navneteweyî tune ye ango dewleta Tirk çiraya kesk negirtiye ji bo êrîşeke bejahî, loma dixwaze bi riyên din êrîşên xwe bike. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zehmetiyan dikşînin êdî berê xwe didin koçberiyê. Rast e berxwedanî heye û koçberiya komî çênabe lê di heman demê de nerehetiyek heye bi taybetî di aliyê ewlehiyê de. Ev êrîş bandora xwe li hemû warên jiyanê dikin li herêmê.”

‘Tirkiye krîzan dirêj dike’

Evîn Cuma bal kişand ser êrîşên ku vê dawiyê li bajarê Qamişloyê çêbûn û jinek û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan û wiha berdewam kir: “Beriya çend rojan dayikek û kurê xwe bi mayîneke çandî hatin armancgirtin. Di encamê de herduyan jiyana xwe ji dest dan. Ew jin û kurê xwe hemwelatiyên bajar bûn û di wesayîda xwe de bûn. Eger êrîş wiha berdewam bikin dê rewş li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xirabtir bibe û temenê krîzan dirêjtir bike.”

‘Pêwîst e fişar li Tirkiyeyê were kirin’

Evîn Cuma bang li çalakvanên mafên mirovan, kesayetên mafnas û komeleyên mafên mirovan kir ku fişarê li Tirkiyeyê bikin da ku êrîşên xwe rawestîne û wiha pê de çû: “Her wiha em daxwaza parastina asîmanê herêmê dikin. Ji bilî ku herêm di bin dorpêçê de ye, ev kiryarên ku tên kirin, sûcên dijmirovî ne. Hêjayî gotinê ye ku di dema dawiyê de bi hinceta hilbijartinên xwecihî êrîş dikir, tevî ku hilbijartin hatin paşxistin jî dîsa sûc berdewam dikin. Ji ber binketina xwe Rojava dikin armanc, êrîşan tînin ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jixwe Hêzên garantor weke Amerîka û Rûsya li ser rûyê erdê ne û ew bi xwe tên li cihê bûyerê amade dibin. Her êrîşeke ku diqewime, agahiya wan jê heye lê mixabin tu bertekan nîşan nadin, ev jî dihêle ku bertek û nerazîbûna welatiyan çêbibe.”

‘Bi dehan dosyayên belgekirî ji NY’ê re hatin şandin’

Evîn Cuma diyar kir ku bi dehan dosyayên belgekirî di destên wan de hene ku îsbat dikin kesên dibin armanc sivîl in û wiha bi dawî kir: “Em wek Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser dosyayên binpêkirinên mafên mirovan dixebitin û belge dikin. Hem amarên kesên jiyana xwe ji dest didin, tên belgekirin hem jî dosyayên zagonî tên amadekirin. Ev dosya ji komeleyên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî NY, Komîteya Belgekirina Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sûriyeyê û gelek aliyên din re tên şandin.”