Li ser erdhejê salek derbas bû tiştek nehat guhertin

Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran a Stenbolê Gulşen Ozaydin, diyar kir ku tevî salek li ser erdheja 6'ê Sibatê ya navend Mereşê pêk hat tiştek neguheriye û destnîşan kir ku divê gel li ser vê yekê divê daxwazan bike.

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Tirkiye û Kurdistan, di roja 6’ê Sibatê de erdheja herî mezin a dîroka xwe jiyan kir. Li ser erdhejên pileya 7,8 û 7,5 ku navenda wê Mereşê re salek derbas bû, lê şopa hilweşandin pêkanî, hêj wek ev roj teze ye. Mereş, Hatay, Edene, Semsûr, Amed, Dîlok, Hatay, Kilîs, Meletî, Osmaniye, Riha û Xarpêt ango 11 bajar roja 6’ê Sibatê bi karesetek hişyar bûn. Erdhejên pêkhatin li Kurdistan, Tirkiye, Sûriyê, Lubnan, Qibris, Iraq, Îsraîl, Urdun, Îran û Misirê jî hat hîskirin.

Bi hezaran avahî bi erdê re bûn yek; bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di vê roja karesata ku hemû kes di jiyana xwe de cara ewil bû şahid, ne tenê mal, nexweşxane, mizgeft, dibistan, balafirgeh, avahiyên walîtî û şaredariyan û gelek saziyên kamûyê jî hilweşiyan. Rê, lîman û balafirgeh ji erdhejê zirar dîtin. Dema ku astên hilweşandinê bandor li veguhestina bajaran kir, di kaosa ku derket holê de bi erdhejê re neamedebûna dewletê re bû sedema jiyana mirovan. Kesên ku bi hewldanên xwe tevlî xebatên rizgarkirinê bûn û malbatên li ber kavîlan bendê disekîyan, diyar kirin mirovan ji ber xebatên ku di kavilan de ‘nehatinkirin’ dereng hatin mudaxele kirin jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê yên di bin kavilan de ma, ji ber hewaya sar qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Bi mehan piştî erdhejê jî cenaze ji binê kavilan hatin derxistin.

Li gorî nasnameyan alîkarî hat kirin

Hate diyarkirin piştî erdhejê ji hin herêm û heta taxan re ji ber tercîhên wan ên siyasî û nasnameya olî alîkarî neçû. Parlamenterên HDP'ê yên ji roja ewil a erdhejê vir ve li herêmê ne û xebatên alîkariyê organîze dikin, di raporên xwe yên çavderiyên xwe parvekirin de, diyar kirin tesbîtkirine ku hikûmeta AKP-MHP'ê tedbîrên pêwîst û têrker ên erdhejê negirtine, saziyên kamûyê bêamade bûne û pirsgirêkeke mezin a rêxistinî û koordînasyonê hatiye jiyîn. Di raporê de balkişandin li ser nelirêtiyan jî û wiha hate gotin, "AFAD'ê di karesetên xwezayî de rayedar e, bi Wezareta Karên Hundir ve hatiye girêdan, butçeya saziyê ji sedî 0,25'ê budçeya giştî hatiye diyarkirin, kadroyên rêveberiya saziyê teslîma nepotîzmê hatiye kirin, kêmbûna personel û amûran bi vekirî derketiye holê, ev saziya ku erka wî ya bingehîn mudaxeleya awarte ya karesetan e, hatiye rewşa deriyê dizî û gendeliya hikûmet e. Xeça Sor jî ji aliyê rêveberiya saziyê ve wek malûla bêliyaqetî û zeviya ceh tê bikaranîn û li şûna ji gel re alîkarî bigihîn e, veguheriye şîrketek ku malzemeyan difiroşe.” Her wiha hate diyar kirin  xebatên piştgiriyê yên piştî erdhejê ji aliyê civaka û partiyên siyasî ve hatin meşandin jî hatin astengkirin û cudakariyên li dijî Elewî û Kurdan hatin kirin jî hatin vegotin.

Hejmara kesên jiyana xwe ji destdan hate nûkirin

Beriya ku 4 rojan ji dîroka 6’ê Şibatê bimîne, hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hate nûkirin. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, di civîna çapemeniyê ya ku li Serokatiya AFAD’ê ya li Enqereyê hate lidarxistin de, ragihand ku 53 hezar û 537 welatî jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn. Tevî ev hejmar bi awayekî fermî hatibin ragihandin jî, şîroveyên ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêdetire û tên veşartin, hatin kirin. Ev gotinên namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum ê di bernameyek televîzyonê de vegot: “130 hezar canên me çûn, li 11 parêzgehan erdhej çêbû, binêrin Stenbol digihijê 11 parêzgehan. Ger tiştek bi Stenbolê bê, welat biçe, al biçe, wê tiştekî wek dewlet nemîne” îdiayên ku di 6’ê Sibatê de zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan ji nû anî rojev e.

Mehkûmê dojehê hatin kirin

Piştî erdhejê bi sed hezaran mirov bê mal man. Hin ji wan koçberî bajarên din dibin û jin ji van hî di nava hilweşandinan de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên ku li bajarên konteyniran ên hat avakirin dimînin, di sala sala dawî de bi erdhejê re jiyana dijîn wek 'dojeh' pênase kirin. Konteyniran av girtin, germ nebûn û mexdûrên erdhejê ketin bin deynan. Dema ku kavîlan erdhejê bi awayekî nelirêtî hatin rakirin, bi bermahiyên ji kavilan man re tenduristiya gel hate paşguhkirin. Hikûmeta AKP'ê ji roja ewil ve ji mexdûrên erdhehê re soza malan da, lê soza pêkneanî. Hikûmeta ku di nava salekê de 319 hezar malan kir hedef, nekarî ji van 40 hezar malan jî teslîm bike.

Gava ku zarok ji perwerdehiyê hatin dûrxistin, bi xîzaniyê re mirov mehkûmê jiyanek bi nexweşiyan derbas dibe hatin kirin. Di vê heyamê de li 11 bajaran bûyerên tundiya li dijî jinan zêde bû. Jinên ku nekarîn mekamek serlêdan bikin bibînin û nehatin parastin, zêdetir rastî newekhevî û cudakariyê hatin. Jin bi tundiyê re tenê hatin hiştin.

Zarokên hatin windakirin

Piştî erdhejê yek ji mijarên ku herî zêde hata axaftin û derneket holê, zarokên hatine windakirinin. Hate diyarkirin tevî ku hejmara rast nayê zanîn jî, piştî erdhejê bi sedan zarok hatim windakirin. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş, di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya derbarê mijarê de her çend diyar kir zarokên wenda tune ye jî, hêj malbat zarokên xwe digerin hene û wezîran derewandin. Bi tijêbûna salekî re, wê winda mirî bên hesibandin. Ev rewş malbatan dixe nava fikaran. Malbat û raya giştî difikirin tespîtkirina welatiyên di bin kavilan de windabûne û lêkolîna îdiayên revandina zarokan bi awayekî berfireh nehatine lêkolînkirin. Di xebatên ku ji aliyê hin pêkhatiyan ve li ser medyaya dîjîtal hatin kirin de, tenê hejmara zarokên winda bûne 300 tê diyar kirin.

Erdheja Stenbolê

Pisporan dibejin ku dibe li Stenbolê jî erdhejek pêk were û hişyarî didin lê qasî sere derziyê pêşketin çênebû. Stenbola ku wek rehê Tirkiyeyê tê binavkirin bajarvaniya bêplan bi şekleke şênber xuya dike. Li Stenbola ku bi dehsalan e bi koça ku bê rawestan wek topa berfê bi lez û bez mezin dibe, pêbaweriya avahiyan yek ji pirsgirêkên herî bi fikar e, bi taybetî bi efûya herî dawî ya herêman. Li gor pisporan hişyarî didin ku piştî her du erdhejên di 6’ê Sibatê derket holê dibe ku li Stenbolê di avahiyên yên ne saxlem de jî pêk were.  Tê payîn ku Li Stenbolê ji 1 milyon 120 hezar avahiyan 700 hezar ji wan dê erdhejê de xisar bibîne û ji wan 70’ê û 80’ê heb dê hilweşe yan jî xisarek mezin bibine. Dema tu tax û rêyên girêdayî hevdû dihikirî felaketa ku were jiyîn, mudexalekirina wê û dê mirov çawa bi çi şeklî werin rizgarkirin, herî kê kesên ku sax man bi çi şeklî di kîjan rêkan de werin tehlîyekirin ev pirsane hemû mijarê fikarê ne. Her wiha erdhejek wisa ne tene li Stenbolê bi giştî herema Marmarayê de dibe ku çêbibe.

Qadên kombûnê

Ji bo Stanbul li gel erdhejê ji mijarên ku herî zêde tê axaftin qadên kombûnê ye. Piştî erdhejê, rawestgeha yekem  qada kombunê tê nîşandan, lê belê ji ber kontrolkirina çêkerê nîne bajarê mega, qadên kombûnê hema bêje tuneye yan jî pêwîstiyên wan nayê bicih anîn. Hinek saziyên civaka sivîl beşek giring yên van qadan krîterên pêwîst negirtin û piştî erdheja 1999’an qadên ku hatine nişandan ji çaran sêyê wê ji îmarê re hate vekirin. Li gora daneyên AFAD ku komkirin, li giştî Tikriye 27 hezar û 817 qadên bi lez ên kombûnê hene. Ji vana 5 hezar û 599 li Stenbul cih digre. Cardin pispor wê fikrê dene ku ev hejmar rastiyê diyar nakin. Di erdhejek ji nişka ve bi zêdebûna nufusê xwegihandina qadên lêkombûnê, li qadên ku hatine diyarkirin bi sedan heta li hinek cihan bi hezaran mirov li bendê man gelek rast na raweste. Mirov di ferqa hilweşînek ku li bajar çêbibine. Ji ber vê jî piştî hilweşînê tê lêpirsînkirin ku wê organîzasyonek çawa bi rêve bibin. Lê belê erdheja 6’ê Sibatê, ev bê oraganîzasyon çawa pêkneanîne û bi sîstema yek nevand tê rêvebirin, di 11 bajaran de çawa hilweşiya bi eşkere nîşan da.   

Endama Desteya Rêveberiya Odeya Mîmaran a Stenbolê Gulşen Ozaydin erdheja navend Mereş a 6’ê Sibatê nirxand. Gulşen Ozaydin anî ziman ku ji erdhejên 1999 û 6’ê Sibatê tu ders nehatiye girtin û destnîşan kir ku ji bo erdheja Marmara ya mijara nîqaşê ye tu amadekarî nîne.

‘Ger pêvajo baş hatiba meşandin gelek kes dikaribû bê rizgarkirin’

Gulşen Ozaydin anî ziman ku karesat xwezayî ne û got ku tiştê van vediguherîne karesatên mezin ne amadebûn e. Gulşen Ozaydin bal lê kişand ku ewqas hilweşîn û wendahiyên di erdhejên 6’ê Sibatê de tenê weke karesata mirovî nikare bê vegotin. Gulşen Ozaydin wiha got: “Bi awayekê pir baş nemeşandina pêvajoyê pirsgirêkek girîng e. Ger pêvajo baş hatiba meşandin dibe ku gelek kesên din hatiba rizgarkirin. Di mijara çûyîna cihê erdhejê de baş birêve nebirin, di rakirina kavilan de baş birêve nebirinbû sedem ku karesat veguhere tiştekê pir mezintir.” Gulşen Ozaydin anî ziman ku divê ji tiştên hatine jiyankirin ders bê derxistin.

 ‘Piştî erdheja 1999 tiştek nehat guhertin’

Gulşen Ozaydin bibîr xist ku Tirkiye welatê erdhej e wiha got: “Erdhej hin rastiyan pir baş nîşanî me da. Ev çi ne? Li cihên ku teqez divê avahî neyên çêkirin çêkirina avahiyan û bê ku kolonê palpişt hebe çêkirina van avahiyan bû. Di erdheja 99’an de me viya jiyan kir. Li Tirkiyeyê înşaat bi awayekê lez tên kirin. Li Antakyayê me dît. Cihê ku deşta Amîk lê ye, ne saxlem bû. Beriya erdhejê jiyan bikin divê ev biryar bi awayekê rast bên girtin.” Gulşen Ozaydin destnîşan kir ku ji erdheja 1999 a li Marmarayê hat jiyankirin tu ders nehatiye derxistin û tu tişt nehatiye guhertin û wiha got: “Divê biryarên radîkal ên jiyana mirovan esas digre bên girtin. Amûrên me pir bihêz bûn lê cîhana me ya ferasetê paş ketin. Viya gihandina asta ku tê xwestin bûye tiştekî zarûrî.”

‘Li bajaran avahîbûna li gor avahiya sosyo çandî nîne’

Gulşen Ozaydin anî ziman ku planên îmarê bi guhertina rêveberiyên heremî û nêvenga siyasî tê guhertin û di planan de domdarî nîne. Gulşen Ozaydin bal lê kişand ku divê qadên lê bi cihbûnê baş bê hilbijartin, biryarên ku beriya karesatan dê bên girtin divê bi awayekê domdar û bi plan bimeşe. Gulşen Ozaydin wiha domand: “Ji planên mezin heyanî yên biçûk divê pêwendiyekê bi tendirûst bê meşandin. Lê em dibînin ku ev nayê pêkanîn.” Gulşen Ozaydin anî ziman ku mijara din jî li gor avahiya sosyo çandî nebûna avahiyên ku tê çêkirin e.

‘Li ser sektora înşaatê avakirina aboriyê asta felaketê mezintir dike’

Gulşen Ozaydin destnîşan kir ku pirsgirêka rantê rê li felaketên mezin vedike û bal kişand ku divê beriya bajar bên çêkirin plansaziyên rast bên kirin. Gulşen Ozaydin wiha got: “dema rant dikeve meriyetê bê ku li sosyolojiya wan avahiyan, çanda wan bê nihêrin avahî tên çêkirin. Li ser sektora înşaatê avakirina aboriyê biryarên şaş û rewşên bi xemgîn bi xwe re tîne. Mixabin.”

‘Divê civak zana tevbigere’

Gulşen Ozaydin anî ziman ku ji bo kêmkirina asta tundiyê divê girîngî ji qadên pisportiyê re bê dayîn û got ku di vê mijarê de agahiya rast bi tena xwe ne têrker e divê feraseta rayedar û desthilatan bê guhertin. Gulşen Ozaydin anî ziman ku li hemberî erdheja Marmarayê divê tedbîrên xurt bê girtin, di heman demê de divê plansaziyên rast bê çêkirin.