Li ser Efrînê kiryarên salekê ya dewleta Tirk hat eşkerekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn bi daxuyaniyek kiryarên ku dewleta Tirk di nav salekê de li herêma Efrînê pêk aniye eşkere kir. Hat diyarkirin ku di nava salek de 49 jin hatine revandin û 13 ji wan hatine kuştin.

Şehba – Rêxistina Mavên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê bi riya daxuyaniyê kiryarên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li kantona Efrînê di sala 2022'an de ragihand. Daxuyanî li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna şêniyên li kampê hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endamê Rêxistina Mafên mirovan Efrîn - Sûriyeyê Reşîd Mihemed ve hat xwendin.
‘Kiryarên dermirovî bi destê dewleta Tirk tên kirin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heya niha kiryarên devleta Tirk û çeteyên wê li ser gelê heremê ku ji cih û warê xwe bûne didomin û hat diyarkirin ku îşkence komkujî hemû cureyên ku li dijî mirovahiyê tên kirin bi destên îstîxbarata dewleta Tirk tên kirin û wiha hat gotin:
“Aramanca wan bi van êrîşan ew e ku welatiyên resen koç bikin û siyaseta guhertina demografîk li herêmê bidin meşandin. Bilançoya kiryaran di sala 2022'an wiha ye; revandina 587 kes di nav de 49 jin. Kuştina 35 kesan di nav de 13 jin û 7 kes di encama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane her wiha 37 kes dibin îşkenceyê de birîndar bûne û herî dawî parêzer Luqman Henan 45 salî di zindanên Tirkiyeyê de hatiye qetilkirin. Qutkirina zêdetirî 36 hezar û 300 daran her wiha şewitandina zêdetirî 10 hektar ji çiyayê herêmê. Avakirina zêdetirî 16 yekîneyên niştecihî. Di heman demê de wêrankirina 9 cihên dîrokî. Zêdetirî 60 malên sivîlan ji aliyê çeteyan ve hatine desteserkirin û veguhertine nuqteyên leşkerî."
Bangawaziya ji bo rêxistinên mafên mirovan
Reşîd Mihemed jî bang li rêxistinên navnetewî kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em wek Rêxistina hiquqî bang li civaka navneteweyî û tevahî saziyên hiquqî û mirovî dikin ku bi erkên xwe li hemberî astengiyên li ser gelê sivîl rabin. Di heman demê de kiryarên ku li ser welatiyan ji aliyê dewleta tirk ve tên meşandin rawestînin û zextê li dewleta tirk bikin ku ji herêmên Sûriyeyê derkeve da ku koçberên Efrînê bi ewlehî vegerin cih û warên xwe."