Li ser dijîtalê kovara jinên huquqnas “FanJin”
Bi bûneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê kovara dijîtal “FanJin” weşand.
Amed - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi navê “Fanjin” kovareke dîjîtal weşand. Di kovarê de nivîs, helbest, resm û fotografên parêzerên jin cih digire. Tê payîn ku di demên pêş de kovar berfirehtir were weşandin.