Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê didomin

Êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişan de heya niha jin û zarok jî di nav de 17 kes hatin qetilkirin, 63 kesan birîndar bûn, navendên xizmetê, stasyonên petrol, gaz û elektrîkê ji xizmetê derketin.

Qamişlo – Ji şeva 23’ê Cotmehê ve dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê didomîne. Di êrişan de ku heya niha li gor daxuyaniyên fermî jin û zarok jî di nav de 17 kes hatin qetilkirin, nêzî 63 welatiyên din jî birîndar bûn. Heya vê kêliyê êrişên qirkirinê bi hemu dijwariya xwe didome.

Li gor vê yekê di 24 seatên dawiyê de:

Jêderên jiyanî ji xizmetê derketin

Balafirên bê mirov ên bi çekên artêşa Tirk li bajarê Dêrikê û li taxa Enteriyê yê bajarê Qamişloyê du cihên binesazî bombebaran kirin.

Duh di seetên êvarî de careke dewleta Tirk kampanyake avahsaziyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 caran kir armanc. Stasyonên petrol û elektrîkê yên Rimêlan û Dêrikê yên Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşand û bi temamî ji xizmetê derketin.

Artêşa Tirk a dagirker di roja sêyemîn de bombebarana xwe ya li ser bajar, bajarok û navendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Îro jî dewleta Tirk 4 caran li pey hev êrişên xwe yên li ser navendeke xizmetguzariyê ya bajarê Qamişlo û kampanyake avahîsaziyê destpê kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Di encama êrişa ser Dêrikê 4 karkerên jin birîndar in

Hevdem di vê êrişê de, Tirkiyê kargeheka Zozan a şîr û penîr li bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir armanc û di encamê de 4 jinên ku di kargehê de kar dikirin birîndar bûn, di nav wan de jinek rewşa wê giran bû û ew hatin veguhestin li nexweşxaneyên bajêr. Navên 2 jinan gihaştin ber destê me ew jî Sîda Ehmed Nasir 22 salî û Ahîn Mihemed Hesen a 24 salî ye.

Balafireke bêmirov a biçek a artêşa dewleta Tirk a dagirker, binesaziya petrolê ya li gundê Gir Zîro yê bajarê Girkê Legê bombebaran kir.

Li Minbicê 2 zarok birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê deriyê Ewn Dadat ê di navbera Minibic û Cerablusê de topbaran kir.

Di heman çarçoveyê de, êrişa li ser dergehê Eyn El-Dadat li Minbicê jî kir û di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Her wiha 3 gundên Minbicê, Til Rifat û Til Qerh, gundewarên Kantona Efrîn û Şehbayê hatin bombebarankirin.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bi 6 topan gundê Derec, bi 6 topan gundê gundê Ewn Dadatê û bi 12 topên obîsan gundê Ereb Hesen kirin hedef.

8 welatî li Amûdê birîndar bûne

Êriş bi awayekî tund berdewam in, di van seetên dawî de jî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Amûdê ya Kantona Cizîrê hate armanckirin, li gorî Ajansa Hawar a Nûçeyan ku ji zarê rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Amûdê, 8 welatî birîndar bûne. Navê birîndaran wiha ye: Dara Elî Teter, Bariya Xelîl Tewfîq, Ekrem Pîço, Fewzî Silêman, Alan Îbrahîm, Hember, Mesûd, Xalid Selman Meced.

Artêşa Tirk li başûrê bajarê Amûdê avahiya Hêzên Asayîşê, Saziya Minhacan û gundê Çûlî bombebaran kirin.

Li Til Temir jî jinek birîndar

Her wiha navenda avahîsaziyê ya li Til Temrê ya Kantona Cizîrê hat armancgirtin di encamê de jinek bi navê Şemsa Newaf El-Qenas bi temenê 30 salî birîndar bû.

Artêşa dagirker berî çend kêliyan kargeheke alavên înşaatê ya li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê kir hedef.

Artêşa Tirk a dagirker banka çandiniyê ya li gundê Exîbiş ê rojavayê bajarê Til Temirê topbaran kir.

Malên sivîlan tên armancgirtin

Amarên ziyanên canî û maddî ber bi zêdebûnê ve diçin ji ber ku ta van kêliyan êriş dewam dikin. Di vê navberê de agahî hatin girtin ku balafirên bêmirov ên Tirkiye malên sivîlan ên li gundê Xirab Suqiya yê 15 km dikeve başûrê bajarê Tirbêspî ya ya girêdayî bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin.

Êrişên li ser Şehbayê didome

Artêşa Tirk a dagirker bajarokê Til Rifetê û gundê Til Qirahê yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîsan topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Aqîbê û Bênê yên girêdayê bajarê Şêrawa, gundê Kefer Garis ê Şehbayê topbaran dike.

Kerabe qût bûn

Di encama bombebrana li ser navendên xizmetguzariyê de, hin stasyonên elektrîkê, li kantonên Cizîrê û Kobanê  ji xizmetê derketin kerabe qût bûn.