Li ser avahiya HDP’ê ya Stenbolê êriş
Kesê bi navê Mehmet Beyazit çû avahiya HDP'ê ya Stenbolê û êrişî endamên partiyê kir. Walîtiya Stenbolê jî derpêş kir ku derûniya êrişkar nebaş e.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Êrişkar Mehmet Beyazit ku çû rêxistina bajêr, ji endamên partiyê re got "Hûn terorîst in" û êrişî wan kir. Endamên partiyê jî êrişkar bêbandor kirin.
Di vê navberê de êrişkar, diyar kir ku ew li Kagithaneyê dimîne û kesên bi navê Mehmet û Ferhat ew ji Mizgefta Harmantepeyê şandine ku êrişî HDP'ê bike. HDP'î paşê gazî polîsan kirin û êrişkar radestî wan kirin. Polîsan êrişkar birin Navenda Polîsan a Kasimpaşayê û HDP'iyan giliyê wî kir. Hat diyarkirin ku piştî îfadeya li dozgeriyê dê êrişkar sewqî dadgehê bê kirin.
Walîtî îdia kir ku derûniya êrişkar xirab e
Piştî êrişê Walîtiya Stenbolê jî daxuyaniyek belav kir. Walîtiyê derpêş kir ku bi sûcê "heqaret", "destdirêjî, destavêtin û gefxwarin" û "zirara li mal û milk" gelek qeydên êrişkar hene û li Nexweşxaneya Demargirî û Perwerdehî û Lêkolînê ya Ord. Prof. Dr. Mazhar Osman a Bakirkoya Stenbolê qeyda wî heye.