Li Seqiz û Sinê xalên kontrolê mirovan bêzar dikin
Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê behsa berfirehkirina xalên kontrolê û destwerdana hêzên ewlehiyê di nav nepeniya mirovan de dikin. Çalakvanên sivîl vê yekê wekî beşek ji xurtkirina jîngeha ewlehiyê û kontrola civakî dibînin.
Navenda Nûçeyan – Tevî zêdebûna hebûna hêzên ewlehiyê û danîna xalên kontrolê li hin tax û meydanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li Seqiz û Sinê yê, gelek rapor hatine weşandin. Rapor, diyar dikin ku lêgerîna telefonên destan, lêgerîna çenteyên welatiyan û tiştên kesane û reftara şermezar a li dijî jin û ciwanan, zêde bûne. Her wiha kiryarên ku li gorî welatî diyar dikin atmosfera bajêr ji berê bêtir bêewle û gur kiriye tên dîtin.
Li xalên kontrolê lêgerînên hêzên ewlehiyê
Li gorî raporên hatine bidestxistin hêzên ku li van xalên kontrolê bicih bûne, welatiyan disekinînin, nasnameyên wan kontrol dikin û di hin rewşan de bêyî ku biryara dadgehê an ravekirinek taybetî bidin, telefonên wan ên destan û tiştên wan ên şexsî lêdikolin.
‘Em ji dersên xwe vedigeriyan ji me pirsîn em ji ku tên’
Sara, E keçeke ciwan a ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe ya li yek ji xalên kontrolê kir. Sara diyar kir ku ew bi hevalên xwe re bû û wiha got: “Ez bi hevala xwe re bûm û em ji dersên xwe vedigeriyan, çend efserên xalên kontrolê li Qada Helawî ya li Seqizê me rawestandin. Pêşî, wan ji me pirs kir ku em diçin ku derê û çima em li derve ne. Pişt re ji me xwestin ku em telefonên xwe nîşanî wan bidin.”
Sara tekez kir ku efseran bêyî destûr dest bi kontrolkirina telefonên wê û hevala wê kirine û wiha pê de çû: “Wan li wêne, peyam û heta rûpela me ya Instagramê jî dinhêrîn. Yek ji efseran çend caran bi dengekî biçûkxistinê bi hevala min re ji ber cil û bergên wê axivî. Em tenê ditirsiyan û nizanibûn ger em îtîraz bikin dê çi bibe.”,
Li gorî axaftina jina ciwan Sara kiryarên efseran, wê û gelek keçên ciwan li hin kolan û meydanên bajêr kirine nav hesta neewlehiyê û heta bêyî ku tiştek bikin, ew ji guleyên efseran birevin. Sara wiha domand: “Jinek me hebû, ew bi cesaret bi ser efseran de diqîriya û digot mafê we tune ku hûn galeriya min, telegram û têkiliyên min kontrol bikin. Pirsgirêkên malbatî tê de hene, şerm bikin. Lê em pir tirsiyan.”
Li kolanên Rojhilatê Kurdistanê xeleka ewlehiyê berfirehtir bûye
Çalakvanên sivîl û welatî zêdebûna xalên kontrolê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê wekî beşek ji xurtkirina jîngeha ewlehiyê û kontrola civakî di mehên dawî de dibînin. Ew bawer dikin ku kolan û meydanên bajêr bûne cihên lêgerîn û lêpirsînên rojane yên welatiyan û nepeniya mirovan her ku diçe tê binpêkirin. Li gorî çalakvanên sivîl, jin û keçên ciwan ji yên din bêtir rastî tacîza cinsî, kontrolkirina cilên xwe û tevgerên rezîl tên.
Fikarên li ser binpêkirinên nepenîtiyê û mafên sivîl
Parêzer û çalakvanên mafên mirovan bi berdewamî tekez dikin ku lêgerîna telefonên destan û tiştên kesane yên welatiyan bêyî biryara dadgehê binpêkirinek eşkere ya nepenîtiyê û mafên sivîl e. Lê belê, rapor nîşan didin ku li gelek xalên kontrolê, hêzên ewlehiyê bêyî dayîna destûra qanûnî li tiştên mirovan dest bi lêgerînê dikin. Welatiyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî raporên ji her du bajarên Seqiz û Sinê tên, dibêjin ku berdewamiya vê rewşê, ji bilî afirandina tirs û bêewlehiya derûnî, jiyana rojane ya mirovan jî têk dibe û atmosfera bajaran veguherandiye hawîrdorek her ku diçe aloz û bêewlehî dibe.