Li Semsûrê şîna roja 40’emîn dest pê kir
Li Semsûrê ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîna roja 40’emîn dest pê kir, Jinên ku ji ber erdhejê firsenda wan ya şîn girtinê jî nebû, diyar dikin dewletê li şûna ku mirovên sax rizgar bike, ji wan re selayên wan da guhdarkirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr- Li Semsûrê ku tê diyar kirin piştî erdhejê hejmara miriyan ji 30 hezarî zêdetir e, welatiyan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane di şîna roja 40’emîn. Bi sedan jinên ku hezkiriyên xwe winda kirin û êşa xwe parve kirin, cil û bergên reş li xwe kirin li pey kesên windakirine rondikan dirjîne. Di şîna 40 rojiyan ji bo bi hezaran windahiyên di xirbeyên avahiyan de hat diyarî kirin, qêrîn guh diqelişînin.
Tenê dengê şîn bilind dibe…
Li Semsûrê ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, lorînên gel û jinên ku ji bo şîna xwe ya dê bi salan bidome nû bi nû rondîkan dibarînin, bilind dike. Jinên ku ji bo xwişk û birayên xwe, xizm, dayik û zarokên xwe yên winda digirîn, bi lêdana sînga xwe hewl didin êşa xwe sivik bikin. Jinên ku bi gotina “Em ê ji kijan re şînê bidin” dest bi hêstiran dibarînin û baş dizanin ku şîniya wan jî qet naqede. Di şîna 40 rojî ya bi lorînan tê pekanîn, ji gelek deverên lorîkan nilind dibe.
'Me bi neynûkên xwe cenaze derxist’
Yek ji cihên ku şîn lê tê kirin jî gundê Mala Bava ya ku ji ber erdhejê hema bêje tune bûye. Li vî gundî jî wek tax û gundên din ên bajêr, gel malbat, xizm û cîranên xwe yên ku di bin xirbeyan de bêyî alîkariya rayedaran bi xwe derxistin.
Ji şêniyên taxê Fatma Agir diyar dike ku ji aliyê tu dewletê alîkariyê negirtine û tenê gel piştgirî dayê wan û wiha dibejê: "Ev şîn dê heta dawî ya jiyana me bidome." Fatma Agir ku di nava qîrîn û nalînên jinan de axivî, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mirovan kesên di bin xirbeyan de bûn bi bêr, dest û neynûkên xwe derxistin. Alîkarî nehat, gel bi xwe vê yekê kir. Li vî gundî gelek windahiyên me çebû. Me li gundekî 50 malî 23 kes winda kir. Hevgirtina gel hebû. Kesên di serê dewletê de jî ev gotin û helalî xwestin. Dewleta ku digihije heta Efrîqayê nikarîbû bigihêje gundê vir. Ev rewşek pir bi êş e. Divê mirov vê yekê bibîne. Gel bi derfet û bi hevgirtina gelan bi ser piyan man.”
'Ji mirovên zindî re selayên wan hat guhdar kirin’
Fatma Agir a bi gotina “ji miroven zindî re selayên wan hat guhdarkirin” axaftina xwe domand û wiha got: “Em heqê xwe helal nakin. Canên mirî hene raste, lê mirovên sax yên di bin bermahiyên sax bi sax mirin. Ji wan re bi zindî li selayên wan hat guhdarkirin. Çiqas bi êş e. Mirov nikarin dengê xwe derxin, gelê me zindî zindî jiyana xwe ji dest dan. Em piştî miriyan 40 rojan şîn digrin. Em di 40 rojî de dîsa şîn digirin û diçin serdana gorên wan. Em nikarin vê yekî jî temam bikin, êşa hemû kesê heye, windahiyên hemû kesan heye. Dil dişewite, tiştek nayê îfade kirin. Qîrîn, girî heye, lê mirov nikare êşa xwe jî bi vî awayî derxe. Yên mirin çûn, lê yên ku li paş man em saxî bi wan re ketin axê. Şîn her tim di nava me de ye, ev şîn dê ti carî derbas nebe."