Li Semsûrê sepana cihêkar: Ji penaberan re kon bajarê yektîp!

Li Semsûrê penaberên Sûriyeyî ji mexdûrên din ên erdhejê hatin îzolekirin. Sûriyeyiyên ku li du bajarên kon ên li navenda bajêr tenê ji bo penaberan hatine çêkirin dimînin, ji mercên hîjyenik û bi ewle bêpar in.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li ser erdhejên navenda wan Mereş 5 meh derbas bûn. Di van çend mehan de daxwaza konteyniran a mexdûrên erdhejê heta astek hat bicihanîn, yên ku tenê li navenda Semsûrê di konan de dimînin penaberên Sûriyeyê ne. Penaberên ku birine konên ji bo wan hatine çêkirin, ji ber ku kon gelek nêzî hev in, hem ji qadên ewledar û hem jî hîjyenik bêpar in.

Hat hînbûn ku ji bo penaberên li 2 konên ku li navenda bajêr ji bo wan hatnye vedan hatine bicihkirin, li Heranê bajarê konteynirê ku dîsa dê tenê penaber bimînin hatiye çêkirin, bal tê kişandin ku penaber ji mexdûrên din ên erdhejê tên îzolekirin.

Bi hezaran penaberên Sûriyeyî ku li konên li navenda bajêr li nêzî Narlîkuyu û Sîteya Pîşesaziya Organîze hatine vedan dimînin, hene. Sûriyeyiyên ku ji konên li kolanan an jî li nêzî malên xwe vedane hatin girtin û anîn van konan, di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Ji ber ku di navbera konan de qet dûrahî nîn e ew hem dibe sedema nexweşiyan, hem jî qelsiya ewlehiyê, li bajarên kon ku bi hezaran kes dijîn, ji ber hejmara tuwaletên gerok kêm e dibe sedema nexweşiyên şewbê.

Li Semsûrê kon, li Heranê jî bajara konteynir!

Ji penaberên Sûriyeyê Fatmaya ku em der barê mijarê de pê re axivîn, bi malbata xwe re li Taxa Gavûrê ya navenda bajêr di konekî de dimîne. Fatma diyar kir ku beriya çend rojan polîs hatine û gotine ku ew ê wan bibin bajarê kon û wiha got: “Hatin li gel me û gotin konên xwe kom bikin, em ê we bibîn cihek din. Me ji wan re got em ê herin bajarê konteynirê ya Heranê. Piştî me vê yekê got, ew çûn.”

'Hewl didin xwe ji berpirsyariyê dûr bixin’

Parêzer Gulyeter Aktepe, bal kişand ser polîtîkayên cudaker ên di dema erdhejê de li hemberî penaberên Sûriyeyî û koçberên din hatine meşandin, der barê pêkanînên li Semsûrê de nirxandinan kir. Gulyeter Aktepe, anî ziman ku desthilatdariya siyasî hêrsa ku mudaxeleya netêrker a di pêvajoya erdhejê de hat jiyîn, di gel de ava kir, li dijî koçberan pêk tîne û got ku hikûmet bi vê polîtîkayê dixwaze xwe ji berpirsyariyê dûr bixe.

'Bajarê konê yek tîp encama polîtîkayên cudaker e’

Gulyeter Aktepe, diyar kir ku piştî karesatê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de koçber û penaber jî rastî cudakariyê hatine û wiha got: “Dîsa ji alîkariyên ku ji bo hewcedariya av, xwarin, germkirin û stargehê ji herêmê re hatin kirin, nikarin bi heman awayî wekhev sûd bigrin. Ji ber ku bi etîketa 'talan-diz' hedef hatin nîşandan û krîmînalîzekirin û ji ber ku ditirsiyan di êrîşên nijadperestî yên ku hatin kirin de bên lînckirin, nikaribûn biçin noqteyên belavkirinê û pêdiviyên xwe yên bingehîn misoger nekirin. Tevî ku li ser erdhejê re meh derbas bûne jî pirsgirêka stargehê nehat çareserkirin. Astengkirina koçberan a li qadên konên ku hatine vedan bi cih bibin û bi sewqkirina kampan re ji mexdûrên din ên erdhejê bi şert û mercên îzole tên mehkûmkirin, di encama polîtîkayên cukader de ye.”

'Dewlet pêkanînên nijadperest berdewam dike’

Gulyeter Aktepe destnîşan kir ku divê dewlet cihê ku şert û mercên paqijiyê û stargehbûnê ya ji bo kesên ji erdhejê rizgar bûne pêk bîne, îsrara bajarê kon ê yek tîp û ferzkirina nijadperestiyê berdewam dike û wiha got: "Rewşa heyî îhtîmala koçberiya kesên ku nikarin di şert û mercên giran de li stargehên demkî bijîn û herêmên afetê bê mirov hiştinê re ji bo vekirina rantê bi xwe re tîne. Helwesta qeymeqamtiyê jî nîşaneya ku ev polîtîka tê hedefkirin e. Koçberên ku di vê pêvajoyê de li herêmên erdhejê rastî êrîşên nijadperestî tên û mafên wan ên gihandina pêdiviyên bingehîn tên astengkirin, hemû pirsgirêkan jî mexdûrên erdhejê yên din zêdetir dijîn.”

'Bi hezaran penaberên li herêma erdhejê pirsgirêka cih dijîn’

Gulteyer Aktepe bi bîr xist ku koçber û penaberên li herêma erdhejê, beriya karasetê jî bi şert û mercên jiyanê yên zehmet re rastî nijadperestiyê jî hatine û wiha got: "Ji ber van şert û mercan jiyana penaberan bi tevahî zehmet bû.” Gulyeter Aktepe, da zanîn ku li herêma erdhehê bi hezaran koçber ji ber vê helwestê pirsgirêka stargehê dijîn û wiha got: "Bi mehan der barê rewşa koçberên li Navendên Vezivirandinê û Bicihkirina Demkî yên li herêma erdhejê de qet agahî nehat girtin. Penaberên ku li herêma karesetê dijîn û piştî karesatê neçar man bajarên xwe terk bikin, di navbera rêziknameyên nakok ên Midûriyeta Îdareya Koçê û AFAD’ê de di dorpêça burokrasiyê de asê man. Koçberan ji ber pêkanînên nijadperestî û cudaker, bi taybetî çûnhatinê ji hemû derfetên ku ji kesên erdhejê bi bandor bûne re bê pere tên pêşkêşkirin, bêpar hatin hiştin.”

'Divê li dijî nijadperestiyê xeteke xurt a têkoşînê bê avakirin'

Gulyeter Aktepe, pêkanîna bajarê kon ê yek tîp û nedana konteyniran ji bo penaberan wek berdewamiya pêkanînên cudaker nirxand, banga hevgirtinê kir û wiha axivî: “Ji binpêkirinên mafan û cudakariya koçberên ku li nava welat ji şert û mercên jiyanê yên zehmet re tên mehkûmkirin, hikûmet berpirsyar e. Ez di vê baweriyê de me ku li hemberî van hemû êrîş, nijadperestî û dijminatiya li koçberan ku di pêvajoya erdhejê de qat bi qat zêde bûne divê xeteke têkoşînê ya xurt bê avakirin. Ez di vê baweriyê de me ku divê hemû hêzên demokrasiyê, kedkar, sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk, li hemberî zêdebûna dijminatiya li koçberan a piştî erdhejê û nefreta ku ji ber hedefgirtina di pêvajoya hilbijartinê de gurtir bû derkevin, xeta têkoşînê ya li dijî nijadperestiyê mezin bikin û hevgirtinê xurt bikin.”