Li Semsûrê kesên ku jiyana xwe ji destdane hejmara wan ne diyar e
Kesên ku li Semsûrê jiyana xwe ji destdane hejmara wan ne nediyar e û bi dehan cenazeyên bê xwedî hene. Gel dibêje ku kesên jiyana xwe ji destdane 27 hezar e.
Semsûr - Li Semsûra ku piştî du erdhejên mezin li a navenda wê Mereşê bi hezaran xanî hilweşiyan, hê jî ne diyar e çend kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate hînbûn ku 7 hezar û 500 kes li du goristanên ku tenê li navenda bajêr li derveyî gundan tên definkirin. Li aliyê din tê diyarkirin ku di morgên nexweşxaneyan de cenaze nemane.
Li bajarê ku xebatên rakirina mayînan dewam dikin, Walî, qeymeqam û memûrên ji derve hatin anîn, ji bo daneyên di destên xwe de bi rêxistin bikin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zelal bikin hatin gel hev. Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, bi daneyên ku ji nexweşxane, goristan û sersaxiyê bên bidestxistin dê hejmara miriyan bê zelalkirin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin tenê li nexweşxaneyê 2 hezar û 282 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hene. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku nayê zanîn 40 cenaze ji aliyê kê ve hatine definkirin. Y
Ji bo definkirinê nasnameyên kesên zindî bikar anîn
Li bajêr bi dehan cenazeyên sêwî hene, li gorî îdiayên gel hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane digihêje 27 hezarî. Her wiha hat zanîn ku ji xizmên kesên ku di dema qeydê de jiyana xwe ji dest dane jî nimreya nasnameya Tirk hatiye xwestin û jimareyên nasnameyan ên hatine bidestxistin jî weke “mirî” hatine nîşandan. Vê rewşê mexdûriyetên cuda afirand. Welatiyên ku li şûna xizmên wan ji qeydan hatine derxistin, diyar kirin ku hesabên wan hatine astengkirin û hewl hatiye dayîn ku rewş bê sererastkirin.
Li şûna keça wê, wê mirî nîşan dan
Welatiyê bi navê MD yê ku me li ser mijarê bi wî re hevpeyvîn kir, diyar kir ku keça wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye, lê personelên ku nimreya nasnameya wî ya Tirk girtine mirin nîşan dane. Welatiyê ku ji ber ewlehiyê me nekarî navê wî bidin, da zanîn ku hewl tê dayîn bûyer bê sererastkirin û her wiha bal kişand ser wê yekê ku tenê ew mexdûr nîne.