Li Semsûrê jinên erdhejzede ji bo jiyanê têdikoşin
Li Semsûra ku ji ber erdhejê birînên kûr lê vebûne, jinên nikarin şîna kesên xwe bigrin, ji bo malbata xwe, li ber hewaya sar, birçî û bê ava paqij ji sibehê heta êvarê têdikoşin û hewl didin pêdiviyên bingehîn ên jiyanî bi cih bînin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr- Di ser herdû erdhejên ku navenda wan Mereş bû re 18 roj derbas bûn. Erdheja ku du hefte li pey xwe hişt bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û bi milyonan mirov jî bêmal bimînin. Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye Semsûr e û bi hezaran kes sê rojên erdhejê li kolanan û di nava wesayîdan de man. Hemwelatiyên ku bi alîkariya ku tê rêk û pêk bikin li konan bi cih dikin û piraniya demên xwe li derve derbas dikin, tenê ji bo razanê konan bi kar tînin.
Jin hewl didin jiyanê biparêzin
Hemwelatî ku ji ber qutbûna ava şebekeyê û tunebûna ava paqij, ji pêwîstiyên xwarin û paqijiyê jî bêpar mane. Jinên ku ji ber nebûna tiwalêta paqij, av û pedan bi nexweşiyên enfeksyona cihê îdrarê re rû bi rû ne û erka paqijiya konan, di şertên zehmet de amadekirina xwarinê û xwedîkirina zarokên xwe girtine ser milên xwe. Jin di saetên zû yên sibehê de radibin û hewl didin jiyana xwe bidomînin, der bare travmayên ku jiyane de alîkariyê nagirin.
Cil di teştan de tên şûştin
Jinên ku bi gelek zoriyan re têdikoşin, di nava rojê de hema bêje nasekinin. Jinên ku li gundan dijîn piştî seherê radibin nan çêdikin û ji kaniyê avê tînin wisa saetên xwe derbas dikin. Jinên li navendên bajar dijîn, ji depoyan avê tînin li ser sobeyê dikelînin, pê xwarinê amade dikin û dikin çay. Li navenda bajaran ji derveyî ava depoyê tu ava din nîn e. Jin cil û paqijiya xwe ya şexsî bi ava ku di qazanan de dikelînin pêk tînin. Bi rojan e serê xwe neşûştine, cilên ku ketine ser hev bi saetan di teştan de dişûn û paqij dikin.
‘Av tune ye ji bo firaq zêde nebin em danek xwarinê naxwin’
Ayşe Eroglu di erdhejê de mala wê hilweşiyaye û di koneke de 8 kes dimînin wiha got: “Li halê me binêre, pirgirêka tuwaletê banyoyê û hemû tiştan heye. Ji ber hewa sar e em bi aramî xwe dirêj nakin. Li vê derê em 8 kes li kêleka hev dimînin. Ger konteynir bidana me wê baş bûya, em her roj bi derdê xwarinê re mijul dibin, siharê taştê, êvarê xwarin. Nîvro ji bo firaq qirêj nebin û av nîn e em xwarinê naxwîn. Em danek xwarinê naxwin, gelek zoriyan dikşînin, mayîna li konan gelek zehmet e. Av nîn e em bi hewldanên xwe avê tînin hemû karan pê dikin. Ji ber ku av nîn e em cilên xwe naşûn, dema em li gund bûn me avê di qazanan de dikeland û bi wî awayî cilên xwe dişûştin. Jin gelek kar dikin lê belê mêr çi dikin. Tiştek nakin hemû karan em dikin.”
‘Her tişt pir zehmet e’
Hanım Yılmaz ji ber mala wê hilweşiyaye di konan de dimîne û ji ber elektrîk û av nîn e bi helwest e diyar kir ku bi ava dikşîne firaqan dişûn û wiha got: “Berê me her kêlî firaq dişûştin, niha ji ber rojê em du caran dişûn em dua dikin, çima ji ber av nîn e. Mala me hilweşiya roja me ev e, bi bêaviyê em bi van karan re mijul dibin, ma em ê di konan de çi bikin? Ne xwarin, ne razan û ne jî rûniştina me bi awayek rêk û pêk e. Hemû karan jin dikin, ger em xwe neşûn çênabe lê belê em yek ji van pêk naynin. Em rûdinên û digrîn, ma em çi bikin? Di dema erdhejê de em ji mirinê filîtin, ez nizanim em çawa ji wê avahiyê derketin.”
‘Ji bo zarok di konan de necemidin derketim derveyî bajêr'
Rabîa Çetîn a ku ji ber temenê xwe yê mezin bi hevjînê xwe re di konek de li ber sobeyê ne, wiha got: “Em şeva ewil tevahî tax li vir di konek de man. 4 rojan ji bo ji sermayê necemidin bi hev re di konekî de em razan. Ji bo ku em nemirin her kêliyê bi hev re bûn. Neviyên min ji bo ku li vir ji sermayê necemidin derketin derveyî bajêr. Niha jî ez û hevjînê xwe li vir di konekî de dijîn. Ew kon jî keça min a perestar ji me re şand. Ger neşandiba em ê li derve ji sermayê biqerisiyana. Xwarîn û nanê me jî cîranên me tînin.”
'Em serê sibehê heta êvarê avê dikşînin û xwarinê çêdikin'
Jinên li gundê Kom ê girêdayî navenda bajêr dijîn jî ji ber qutbûna avê ji kaniya gund bi satilan avê dikşînin ji konên xwe re. Jinên ku her roj hem ji bo xwarinê hem jî ji bo paqijiyê bi kişandina avê dixebitin, dema bixwazin serê xwe bişûn jî ava anîne di qazanan de dikelînin. Ji gundiyan Turkan Çelîk wiha got: “Tevahiya rojê em xwarinê çêdikin û ji ber av tune ye ji kaniyê em avê tînim. Em serê sibehê heta êvarê ji bo 40 kesan xwarinê amade dikin. Em avê ji kaniyê tînin û li ser sobê germ dikin. Yên li navendê jî bi ava vexwarinê xwarinê çêdikin û paqijiyê dikin. Em jî bi vî awayî ji serê sibê dest pê dikin heta êvarê dixebitin. Em serê sibehê heta êvarê nan çêdikin.”
'Bi rojan e em nikarin serê xwe bişûn’
Ji şêniyên gundê Komê Nuriye Çelîk jî herî dawî axivî, wiha got: “Av nîn e, cereyan tune ye, em perîşan dibin. Ji ber ku ava germ tune ye, em ne dikarin serê xwe bişûn ne jî cilên xwe. Karê me pir zehmet e. Erdhej çêbû, em li vir perîşan bûn. Em jî nizanin em ê çi bikin. Em di konan de pir zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku bi rojan e av tune ye em nikarin serê xwe bişûn.”