Li Semsûrê ji ber teqandina dînamîtan avahiyên mayî jî zirarê dibînin!

Li Semsûrê ku ji ber erdhejê xisarek mezin dît, li gorî agahiyan ji bo avahiyên ku li herêma Karadagê tên çêkirin dînamîtan diteqînin. Ji ber teqînê dîwarên malên ku kêm xisarê dîtine jî diterikin, welatî ji ber teqînan nikarin bikevin malên xwe.

 MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Tirkiye û Kurdistanê di ser du erdhejên ku di 6’ê Sibatê de navenda wan Mereş bû 5 meh derbas bûn. Tevî dema ku derbas bûye jî li bajarê ku zirarên mezin çêbûne, hê jî pirsgirêka starê ya şêniyên wan didome. Semsûr yek ji wan bajaran e ku li gorî tesbîtan, ji sedî 68’ê avahiyan hem xirab bûne hem jî xisardîtî ne û ji bo vê yekê li sê derên bajar avahiyên erdhejê tên çêkirin. Li herêmên nêzî navenda bajêr, Karadag, Orenlî û Îndere (Zey) tevî erdhejên biçuk jî avahiyên bilind tên çêkirin û li di kolandina wan de dînamît tên teqandin. Welatî ji ber teqînên ku bi mehan e her roj çêdibin bi gazin in û dibêjin ku dînamît hem zirarê didin malên wan hem jî derûniya wan xirab dikin.

Avahiyên bi sê merheleyî tevî erdhejên biçûk jî bilind çêdikin!

Li tevahiya Semsûrê 5 hezar û 953 rûxandî, 2 hezar û 329 avahiyên ku divê demildest werin rûxandin, bi giştî 8 hezar û 282 avahiyên werin rûxandin hene. Li bajar ji ber ku hê jî xebatên rakirina xirbeyan didome her der di bin xwelî û xubar de maye ev yek jî zirarê dide tendirustiya mirovan. Li bajar avahiyên sê merheleyî yên tên çêkirin, di koordîneya Wezareta Guherîna Demsalî û Bajarvaniya Derdorê ya Tirk de bi hevkariya TOKÎ û Emlak Konutê de tên avakirin. Li bajarê ku dê 64 hezar û 500 mal werin çêkirin, diyar bû ku îhaleya 28 hezar malan jî hatiye çêkirin. Hat diyarkirin ku avahiyên di meha Adarê de dest bi çêkirina wan hatiye kirin, 614 ji wan dê piştî 6 mehan temam bibin, avahiyan li herêma çiyayî hatine destpêkirin jî tê plankirin ku dê bi zemînê re 8 qat bin.

Her roj gelek dînamît tên teqandin!

Ji roja ku temelê avahiyan hatine avêtin ve heta îro, dînamît tên teqandin. Teqînên ku rojê sê caran çêdibin, li navenda bajar pir tê hîskirin, ji ber teqînan welatî nikarin bikevin malên xwe yên ku kêm xisar dîtine. Welatiyên Semsûrê diyar dikin ku ji ber teqînan, dîwarên malên wan terikî ne, derûniya zarokên wan xirab bûye û di her teqînê de dibêjin qey erdhej e derdikevin derve.

Nikarin bikevin malên xwe

Şêniyên taxa Fatîhê yên nêzî cihê avahiyan in bi gotinên; “Qaşo li wê derê avahiyan çêdikin lê avahiyên mayî ji ber wan dînamîtan zirarê dibînin” bertek nîşan didin. Ji şêniyên taxê Dilber Yucetaş li ser mijarê dibêje ku bi çêkirina avahiyan re malên wan ên ku kêm xisarê dîtibûn jî rûxiyane. Dilber Yucetaş bal kişand ku ji ber ajalan nikarin di konan de jî bimînin û diyar kirin ku ji ber dengê teqînan zarok ji tirsê nikarin bikevin malan.

 ‘Cihekî çêdikin cihekî din xirab dikin’

Dilber Yucetaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jixwe her dem erdhej çêdibin, îcar vê jî daye ser. Malên me bi xisar in, em dikarin bikevinê lê bi teqandina dînamîtan em derdikevin. Malên me bi teqînê zêdetir zirarê dîtin. Tenê îro 5 car dengê teqînê hat. Kesên ku wiha dikin bila werin li ber vî dengî di nava tirsê de bijîn. Em bi şev ji tirsê ranazên jixwe. Em çawa serê xwe datînin ser balîfê dibêjin qey erdhej çêdibe. Dema ku wan malan çêdikin, ên me xirab dikin. Bila çareyek bibînin, aliyekî çêdikin aliyekî xirab dikin ev çi kar e? Ger malên me birûxin em ê çi bikin? Malên ku ji ber dînamîtan birûxin dewlet çênake. Bi van dînamîtan bi destên xwe malên me dirûxînin. Bila xwe bixin cihê me. Derûniya me ya ku xirab bûbû ji ber vê rewşê qet baş nebû.”

‘Ji ber van teqînan dîwarên malên me terikîn’

Aysel Çelîk jî got ku êdî ew erdhejê û dengê teqînê ji hev dernaxin û bang kir ku çareyek ji vê rewşê re were dîtin. Aysel Çelîk wiha axivî: “Ji rûyê erdhejê ve jixwe em nikaribûn li malê bimînin niha jî ji ber dînamîtên ku li Karadagê tên teqandin em nikarin bikevin malên xwe. Heyf û heyf mirov çawa dikare li dijî mirov vê yekê bike? Şaşiyên xwe bi heman rengî didomînin. Dema ku dînamît tên teqandin qey nizanin çi dibe, mal ji cihê xwe dileqe. Malên ku ji erdhejê mane jî bi vî yekê dirûxin. Ji ber van teqînan dîwarên malên me terikîn. Bi her teqandina dînamîtan re dengê terikandina dîwaran jî tê. Wisa bûye ku em nizanin ew deng ji ber erdhejê ye yên ji ber dînamîtan e.”