Li Semsûrê hêrs li dîwaran de xuya kir: Ne erdhej dewlet kuşt!

Welatiyên ku li taxên erdheja Semsûrê li ser dîwaran rewşa xwe, hêrsa xwe ya li hemberî dewleta ku wan tenê hiştiye û girîngiya hevgirtinê nîvîsandin.

MEDINA MAMEDOGLU

Semsûr – Gel li Semsûrê  ku piştî erdhejê baran bariya û lehî rabû, ji bo jiyanê têdikoşin. Li bajarê ku hêj kavil li erdê ne û goristan tijî ne, hejmara miriyan ne diyar e, welatiyên bajêr bi piştgiriya ekîbên dildar sax dimînin.

Gelê Semsûrê ku ji roja ewil a erdhejê heta niha ji aliyê dewletê ve bi tenê maye û bi seferberiya gel li ser piyan maye, piştî erdhejê mehekê bêdengiya xwe şikandin. Welatiyan bi nivîsên ku li ser dîwarên taxan nivîsandin rewş û hêrsa ku piştî erdhejê tê de ne nîşan dan.

 "Ne erdhej dewlet kuşt!"

 Welatiyên ku li Taxa Cûmhûriyetê li ser dîwaran ev nivîsandibûn, “Semsûr ne bi tenê ye”, “Herî kêm dewlet herî zêde civak”, “Ne erdhej dewlet kuşt”, “AKP di bin kavilan de ye”, “Semsûr heqê xwe helal nake.”

Welatiyên ku rewşa ku piştî erdhejê tê de bûn bi van gotinan anîziman, li gelek cihan jî "Aciyaman" nivîsandin.