Li Semsûrê her cara ku baran dibare kon di bin avê de dimînin

Jinên Semsûrî yên ku piştî erdhejê bi baran û bahozê re têdikoşin helwest nîşanî rewşa ku tê de ne dan û gotin ku bi her baranê re konê wan di bin avê de dimînin ne alîkarî tê kirin ne jî kon didin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Şert û mercên nebaş ên hewayê li Semsûrê ji ber barana zêde dijwartir dibin. Piştî erdhejê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, kesên mane jî di nava rewşek dijwar de dijîn. Piştî barana zêde kon di bin avê de dimînin, cereyan qut dibe ji ber bahozê mexdûrî zêde dibe.

‘Di nava konan de av diherike’

Erdhejzede Star Gezer a ku di erdhejê de xaniyê wê hilweşiya ye diyar kir ku her wexta baranê di bin baranê de dimînin. Ji sermayê ne dikarin avê vala bikin ne jî dikarin tiştekî bikin û wiha gotinên xwe didomîne: “Mala me xirab bû zarokên me mirin. Tiştekî bi navê Semsûrê nemaye. Ne dar ne jî tiştek ku em bişewitînin maye. Em bi zarokên xwe re di vê sermayê de di nava van konan de dimînin. Ji bin me av diherike. Tu salan bi vê awayî bahoz ranedibû tiştek ku nehat serê me nema”

 ‘Tiştek nayê guhertin’

Suna Gozek jî destnîşan dike ku bênavber konê û derdora xwe paqij dike lê encam dîsa eynî ye û bi wan gotinan bêçaretiya xwe tîne ziman: “Bi her baranê re em eynî rezalete dijîn. Ji siherê ve ez vê konê paqij dikim derdora wê sererast dikim lê dîsa jî tiştek nayê guhertin. Di konê de du zarokên min ên cêwî hene di vê sermayê de li vir dimînin. Konên biçûk didin me, av dikeve nava wan. Li derdorê binêre cihekî ku şil nebûye nemaye.”

 ‘Ev ne tu hal e’

Sevda Gezer a ku piştî erdhejê bi 3 zarokên xwe yên xwedî pêwistiyên taybet re di konan de tekoşîna jiyanê dide diyar kir ku bi baranê re av ketiye konê û balîf, doşek tiştê ku xwe pê germ dikirin di bin avê de mane û bi wan gotinan tiştên ku dijîn tîne ziman: “Em pir zehmetiyê dikşînin. Bi şevê av ket hundirê konê. Ne balîf, ne doşek û ne betanî man hemû şil bûn. Her der şil bûye. Em bi zorê dikevin nava konan. Ne komir ma ne jî dar. Her ku baran dibare em ditirsin. Dema lehî radibe zarokên min ditirsin. Kon di her baranê de şil dibe. Her ku baran dibare em rezîl dibin. Ez zarokên xwe di nava betaniyeyê de dipêçim da ku şil nebin. Ne tenê ez tevahî cîran di vê rewşê de dijîn. Ne şarederî ne jî dewlet hat. Me tu kesê nedît.”

 ‘Ma qey wê her dem wisa be?’

Fatma Can jî dide diyarkirin ku mala wê di erdhejê de hilweşiyaye, cihekî ku biçe nemaye û wiha pirs dike: “Dema baran dibare ji her derê konê av dibare, elektrîk qut dibe, dar namînin. Em rezîl dibin. Em li mal digerin bes malek kirê nikarin bibînin. Ma qey wê her dem wiha be.”