Li Semsûrê cejn bi xemgînî û hers tê pêşwazîkirin

Li Semsûra ku di erdhejê de ji sedî heftê avahiyên wê hilweşiyan û zirarê dîtin, vê cejnê jî dê li ser goristanan derbas bibe. Şêniyên Semsûrê nêzîkahiya hikumetê ya di dema erdhejê de bi bîr xistin û gotin ku xemgînî û hersa wan mezin e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Tirkiye û Kurdistanê di erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Mereş bû, li gorî hejmarên fermî 54 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhejê tabloya ku derket holê nîşan dide ku hejmar bi sedhezaran e. Li herêmên erdhejê di 5 mehên derbasbûyî de gel hê jî hewl dide birînên xwe bipêçe. Erdhejzedeyên ku jiyana xwe di mercên giran de bi têkoşînê didomînin dê cejna qurbanê li ser goristanan pîroz bikin. Erdhejzedeyên ku çend roj beriya cejnê diçin serdana goristanan, bi girîn û zêmaran şekiran datînin nava goran.

Li gorî hejmarên ne fermî, li Semsûrê nêzî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane ji 2 hezarî zêdetir avahî rûxiyane. Li bajar mirov nêzîkbûna cejnê tenê ji serdanên goristana fam dike, welatî diyar dikin ku ew şekir ji bo bidin zarokan û li ser goristanan belav bikin dikirin û bi gotinên; “Di nava van êşan de tu kes cejnê hîs nake” hestên xwe tînin ziman.

‘Wiha cejn dibe?’

Safiye Avci ya li goristanê ji bo bira û xwarziyê zêmaran dibêje, diyar dike ku tevî 5 meh derbas bûne jî jê re wekî 5 rojan xuya dike, ji erdhejê ve heta niha tu tiştek di jiyana wan de neguheriye û tiştên jiyan e wekî “qiyamet” bi nav dike. Safiye Avci wiha dibêje: “Ez 51 salî me, tu erdhejek wiha me nedît. Di saet 6’an de piştî erdhejê em çûn mala birayê xwe. Dema ku gihîştim ber malê ji derveyî xirbeyan tiştek tunebû. Deng ji tu kesê derneket, her tişt diyar bû jixwe. Wê rojê dengê qîrîna dengê ku alîkariyê dixwestin ji her derê dihat, ez tu carî ji bîr nakim. Tu kes tunebû, kes nehat alîkariya me. Piştî sê rojan dema ku her kes mir, hatin. Cejna me dê her dem wiha bi xemgînî derbas bibe êdî. Heta sax bim ez ê kesên ku mirine û tiştên hatin serê me ji bîr nekim.”

‘Xemgînî û hêrsa me wekî roja pêşîn zindî ye’

Sevgî Kilinç jî diyar dike ku ne tenê ji bo cejnê her roj diçe ser gorên xizmên xwe, tevî xemgîniyê hêrsa wan jî mezin e û wiha dibêje: “Rayedarên dewletê yên ku hatin vê derê di ser de jî helalî xwestin. Em tu carî heqê xwe helal nakin û wê rûneşûştiya wan tehemul nakin. Hersa her kesê ji ber van nêzîkahiyan zêde ye. Erdhej çêbû tişteke xwezayî bû lê îhmalkariya hikumetê çi ye gelo? Malbata me destekê dida vê hikumetê lê heta erdhejê wisa bû. Ji bo me cejn nema, dawet û şahî neman. Ji bo bo êdî pîrozkirina rojbûnê jî heram e. Malbat, jiyan û xeyalên me hemû çûn, ji bo tu tiştî ne hewesa me maye, ne jî hêviya me maye. Her tiştê me bi wan re çû, em tenê li benda mirinê ne niha.”

‘Ne pereyê ku ji bo xwînê dane ne jî xaniyên ku çêbikin ji bo me tu wateya wan tune ye’

Sevgî Kilinç got ku ew her roj, bi bîranîna 6’ê Sibatê şiyar dibin, ji bo wan jiyan bi wê rojê bi sînor maye û wiha domand: “Mirov ji me re dibêjin rabin jiyan didome lê ji bo me jiyan nadome. Ez her roj têm ser vê goristanê. Ger ku jiyan bidome, karê min çi ye li ser goristanê her roj. Tu tişt êşa me nakewîne. Ne pereyê xwînê ne jî malên ku bidin me. Taxa me di projeya veguherîna bajar de bû. 10 sal wisa ma, çima çênekirin qey li benda erdhejê man? Bedela vê yekê me da. Çi jî bikin ji bo me tu wateya wê tune ye êdî.”