Li Semsûrê cejn bi xemgînî tê pêşwazîkirin

Li Semsûra ku bi erdhejên navenda wan Mereş hilweşiya dê şênî di cejnê biçin ser goristanan. Yek ji mexdûrên erdhejê Nazmiye Turhan, der barê hilbijartinên nêz bûne de got ku dema deng tê xwestin, bila xirabeyên li bajar û rewşa wan werin ber çavan.

Semsûr- Li ser erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş bû 2 meh derbas bûn. Di erdhejên ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan mirov bê mal mane de, gelek kesên ku cenazeyên wan nehatine dîtin hene. Mexdûrên erdhejê yên ku dê cejna Remezanê di konên xwe de pêşwazî bikin, dê di saetên ewil ên sibê de ji bo ziyaret û bibîranîna xizmên xwe yên winda kirine li goristanan bin.

Her roj bi lorînan diçe goristanê

Nazmiye Turhan a ku keç û neviya xwe û ji xizmên xwe 12 kes di erdhejê de winda kirine, her roj ji Taxa Alîtaşî ya ku lê dijî diçe goristana bajêr û serdana goristana xizmên xwe dike. Nazmiye Turhan serpêhatiyên xwe yên şeva erdhejê û piştî erdhejê bi gotinan pênase dike: "Heta mirine dê ji bo min tiştekî neguhere.”

'Di destên ekîbên ku roja çaran hatin de tu tiştek tunebû’

Nazmiye Turhan, diyar kir ku şeva erdhejê piştî bi hejandinê ji mal derketiye ber bi mala keça xwe ve çûye, bi xirabeyek mezin re rû bi rû maye û anî ziman ku 3 neviyên wê û keça wê di bin xirbeyan de mane. Nazmiye Turhan, da zanîn ku roja ewil bi alîkariya mirovan du neviyên xwe sax derxistiye lê keç û neviyek xwe winda kiriye, tiştên jiyane bi van gotinan vegot: “Wê şevê baran, berf, bayê pir zêde hebû. Bila mala wan ava be, du neviyên min sax xilas bûn û neviyê min ê din jî tevî keça min jiyana xwe ji dest da. Dema em destpêke çûn ser xirabeyê neviyê min qîriya got: "Ez li vir im, dijîm.” Ger me şeveke din jî wê li wir bihişta dê xilas nebûye. Xelkê li wir bi yekdestî wê derxistin. Sê rojên ewil tu kes tunebû. Dewlet roja 4’êmîn hat. Dildarên AFAD'ê di roja 4'emîn de hatin lê di destên wan de tiştekî tunebû, nikaribûn destên xwe bidin xirabeyan jî. 5 zarokên birayê hevjînê min çûn. Ji malbata birayê hevjînê min ê din jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hemû mirin û di roja 4’emîn de hemûyan derxistin.”

'Ez her roj diçim ser gora keça xwe û pê re sohbet dikim'

Nazmiye Turhan, diyar kir ku her roj diçe goristanê û wiha got: “Heta ku ew ji bin xirbeyan derneketin ez neçûm nava wesayîdan û malê. Min agir pêxist û li wir mam. Tenê keçek min hebû, ez bi rojan li benda wê mam. Xwedê êşeke wiha nede tu kesê. Em ve êşê çawa ji bîr bikim. Min keça xwe ya yekane, neviyê xwe, bi dehan kesên ku min ji wan hez dikir winda kir. Ji bo min dê heta mirine tiştek neguhere. Niha ne diyar e ez li malê me, li konê yan li ku me. Ez her roj diçim, ber serê keça xwe sohbet dikim û vedigerim. Ez diçim, hesreta xwe ji axê re dibêjim. Ez diçim û bi saetan li goristanê rûdinim û vedigerim. Ez diçim goristanê, pêşî li kêleka keç û neviya xwe rûdinim, piştre radibim xatirê xwe dixwazim û têm.”

'Bila bi bîranîna xirabeyan deng bixwazin’

Nazmiye Turhan diyar kir ew ê cejnê li goristanê pêşwazî bikin, der barê hilbijartinên nêz de jî ev şîrove kir: “Ma li Semsûrê kî maye deng bide? Ez carna diçim wê goristanê û bi jinên ku li wir rûdinin re diaxivim. Dayikan zarokên xwe, zarokan dayikên xwe her kesê hemû kesên xwe winda kirine. Biçe nava vê goristanê dê hişê te raweste. Dema werin deng dixwazin, ez çi bêjim, pêşî herin li xirabeyan binêrin, piştre werin deng bixwazin. Ev der tenê hat hiştin, kes li vir tunebû. Semsûr piştî 3 rojan ket nûçeyan. Ma li Semsûrê kî ma, Semsûr nemaye. Bi qasî vê gorstanê miriyan birin gund û cihên din jî.”