Li Semsûrê bêyî ku xebatên lêgerin û rizgariyê temam bibe kavil tê rakirin

Semsûra ku ji erdhejê ziyanek mezin girtiye, xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dike û dest bi rakirina kavilên avahiyan kirine. Gel dibêjin hîna negihane cenazeyan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr - Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdheja ku navenda wê Mereş bandor bû Semsûr e. Li bajar hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 11 hezaran zêdetir e û bi deh hezaran kes jî bi birîndarî rizgar bûn. 

Li Semsûra ku di navaneda bajar û navçe û gundan re bi hezaran avahî hilweşiyan, xelkên Samsûrê dibêjin ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve bi tenê hatin hiştin. Li rûxmê hemû bangên alîkariyê timên rizgariyê piştî 37 saetan şûnde hatin bajar û piştî 3 rojan dest bi xebatan kirin.

Berê xwe nedan gelek avahiyên bûne kavil

Li navenda Semsûrê dest bi rakirina kavilên avahiyan kirin. Li gelek avahiyan nîşan tên dayîn û piştî ku nîşan dikin bi kepçeyan wan kavilan radikin. Li kêleka wê li bajar li gelek avahiyan xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dike. Lê belê gelek mirov dibêjin berê xwe nedane hinek avahiyan ji roja erdhejê heta niha wisa mane.   

Gelê Semsûrê da zanîn ku di bin kavilan de cenazeyê gelek mirovan hene û diyar dikin ku hîna negihan cenazeyên hinek hemwelatiyan. Goristana bajar tijî bûye û hîna jî yên ku defin dikin hene.

Ji bajar derdikevin

Hemwelatiyên ku di avahiyên bajar de bi zuyan rizgar bûne, dixwazin xebatên tespîta xisarê werin kirin. Yên ku xebatên têspîtê hatin kirin dixwazin kel û pelên xwe rizgar bikin. Li bajar ditîna qada jiyanê gelek zehmet e. Yên ku kon dîtine hewil didin bi cih bibin û kesên hêjmara kesên ku ji bajar derketine gelek zêde ye.