li Semsûrê agirê Newrozê hat pêxistin: Em ê li ser axa xwe bin

Welatiyên ku li Semsûrê di konan de dijîn piştî erdhejê agirê Newrozê pêxistin û gotin, "Em li vir in, neçûn."

Semsûr - Li Semsûra ku ji ber erdhejê hilweşiya û bi hevgirtinê hewl dide birînên xwe bipêçe agirê Newrozê hat pêxistin.

Bi dehan welatî li Konê Zulfikar Yilmaz a li Taxa Cumhuriyetê ya bajêr ji bo Newroza cejna berxwedan û serhildanê kom bûn. Li bajarê ku piştî erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, welatiyan bi gotina "Em li vir in, em neçûn" agirê Newrozê pêxistin.

Li derdora agirê ku li qada ku pankarta “Newroz Pîroz Be” hat daliqandin, welatiyan ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn semah gerandin. Welatiyan li bajarê ku hê gelek pêdiviyên bingehîn lê nayên peydakirin, diyar kirin ku têkoşîna wan bi agirê Newrozê a ku wan pêxistiye wê bidome.