Li Semsûrê 4 hezar kesên dijîn mirî hat nîşandan
Li Semsûrê miduryeta nufusê, ji kesên ku mirovên wan jiyana xwe ji dest dane reqama nasnameya wan dixwaze û di sîstemê de wan weke mirî qeyd dike. Li bajar 4 hezar kesên ku reqama nasnameya wan hatiye girtin û sax in, wek mirî tê ditin.
Semsûr- Piştî herdû erdhejên ku navenda wê Mereşe li Semsûrê li gor hêjmara fermî hezar û 200 avahî hilweşiyane û hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hîna nehatiye eşkere kirin. Walîtî ev bi rojane ji bo ku hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere bike bi muxtaran re di cive. Li gora zanyariyên ku hatine girtin, li bajar li cihê kesên ku kesûkarê xwe winda kirine û numareya nasnameyan girtine 4 hezar kes weke mirî tê ditîn.
Li bajar 4 hezar kesên ku jiyan dikin di fermiyetê de mirî ne
Li gora zanyariyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtine edliye ji bo daneyan kom bikin li gora numarayên nasnameyan yên ku ji kesûkarên xwe winda kirine rêkirine miduryeta nifusê, li cihê ku kesên jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar numarayên nasnameyan weke miri xistine qeydan. Li bajar gelek kesên ku jiyan dikin weke mirî tê ditin, kesên jiyana xwe ji dest dane jî di qeydên fermî de weke jiyan dike tê ditîn. Der barê mijarê de ew hevditinên ku me bi rayedaran re pêkaniye vê yekê piştrast dikin, kesên ku mudur divê biçin muduryeta nufusê daxwazname bidin.
Hinek mirin di qeydan de wek mirina xwezayî derbas dibe
Ji derveyî wê jî li navendên bajaran di erdhejê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane û di nexweşxaneyan de nehatin ditin û ji aliyê kesûkarên xwe ve li gund û baxçeyan hatin definkirin mirinên wan weke mirina xwezayî kete qeydan. Weke di erdhejê de jiyana xwe ji dest nedaye tên nişandan û hat zanîn ku ev kesên ku di gorên komî yan jî cenazeyên wan di morgan de tên hiştin û bêyî ku zanyariyek ji kes û karê wan were girtin ku tên definkirin.