Li şehbayê yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Êzidî

Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Bi fikra Neteweya Demokratîk jinên êzidî yên Rojava wê bi ser kevin" li Kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Şehba- Bi dirûşma "Bi fikra Neteweya Demokratîk jinên êzidî yên Rojava wê bi ser kevin" Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê li Kantona şehbayê hat lidarxistin. Konferans li li hola navenda Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê bi tevlibûna 300 delegeyên jin ji endam û nûnerên Yekitiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîr, bajarê Heleb û Efrînê, Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê, hat çêkirin. Hola konferansê bi wêneyên pakrewanên azadiyê, alên Yekitiya Jinên Êzidî û pankartên bi nivîsa"Jina Êzidî nasnameya jina Kurd e","Bi riya berxwedana jinên êzidî yên Rojava û bi têkoşîna Bêrîvan û Rûkanan em ê azadiya jinên Êzidî misoger bikin" hatibû xemilandin.
Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, pişt re lavayên olî yên Êzidiyan hatin xwendin. 
“Jinên Êzidî bi têkoşîna xwe hemû kiryarên qirker têk birin”
Hevseroka Yekitiya Êzdiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso konferans vekir û wiha got: "Em lidarxistina konferansê li Rêber Apo û pakrewanên azadiyê pîroz dikin. Lidarxistina vê konferansê tê wateya nivîsandina dîroka jinên Êzidî yên ku her bi êrîş, kiryar û qirkirinê re rû bi rû mane. Jina Êzidî îro bi têkoşîna xwe hemû kiryar têk birin û dîrokeke nû bi neqşandina qehremaniya jinan nivîsandin. "
Paşê berspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê hebûna gelê Kurd û nasnameya wan ji aliyê mamoste Sêvîn Hiso ve hate xwendin.
 Jinên êzidî tevî zehmetiyan rêxistina xwe ava kirin
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Ayşe Mehmûd konferansê li tevahî jinên beşdarvan pîroz kir û ev tişt got: "Em konferansa yekemîn a Jinên Êzidî li tevahî jinan pîroz dikin. Jinên êzidî tevî zehmetiyên tê re derbas bûne jî rêxistin û yekitiya xwe ava kirin û û li dijî desthilatdariyê şer dikin. Jinên Êzidî wê tola pakrewanên jin bi têkoşîneke xurt hilînin û li hember planên dagirkeriyê serî hildin."
Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya Şengalê pîrozbahîiya konferansê bi nameyekê kir û sedemên ne beşdarbûna xwe ji konferansê re anîne ziman,  gotibûn ku ew ji ber tevlihevî û êrîşên dagirkeriyê ser şengalê nikaribûn tevli konferasê bibin. Di dawiya nameyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya Şengalê hêviyên serkeftinê ji konferansê re xwestin. 
Girîniya lidarxistina konferansê di meha Hezîranê de
Li ser navê Rêveberiya Herêma Efrînê Newroz Ehmed axaftin kir û girîngiya lidarxistina konferansê di meha Hezîranê de anî ziman: "Meha Hezîranê mehek pîroz û tijî qeremantiya jinan e.  Di vê mehê de jinên têkoşerên azad weke Sama Yuce, Gulan, Leyla, Zîlan û Zehra bûn pira azadiya tevahî jinan. Bi rihê vê konferansê em wan bi bîr tînin û bejna xwe li hember giyan û keda wan ditewînin. Divê em di nav fikir û ramanên Rêber Apo de bijîn û li ber xwe bidin. " 
“Êdî bes e ji qirkirin û tunekirina jinan re”
Rêvebira Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM li Herêma Cizîrê Zeyneb Hebeş bal kişand ser berxwedan û têkoşîna jinên Kurd li hember planên dagirkeriyê û wiha pêda çû: "Êdî bes e ji qirkirin û tunekirina jinan re. Em van kiyaran li ser tevahî jinan qebûl nakin û dê dirûşma me her serkftin be. Bi hêviya ku em di vê konferansê de biryarên bi encam bigrin û bikin xizmeta tevahî jinan. "
Li ser navê Sîwana Jinên Êzidî ya Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Almanya û Şengalê Caziye Hewran axaftin kir û wiha got: "Pêvajoya ku niha jinên Êzidî û Kurdên Êzidî tevahî dijîn bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ye. Şervanên azadiyê ji bo gelê bindest bi taybetî Kurdên Êzidî derketine, ew ji zilima dijmin xilas kirin û li hemberî dagirkeriyê zane kirin. Em ê li ser şopa fikrên Rêber Apo bimeşin da ku em bigihîjin armanc û azadiya xwe."
Konferans bi xwendina rapora kar û xebatê didome.