Li Samsûn û Diyalayê qetilkirina jinan

Li Diyala ya Başurê Kurdistanê jinek ciwan a 17 salî ji aliyê du birayên xwe ve hat qetilkirin. Li Samûna Tirkiyê jî jina binavê Mîhrecan E. ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

 
Navenda Nûçeyan – Hemû rojan nûçeyên qetilkirinên jinan di ajansên nûçeyan de tên dîtin. Îro jî nûçeya du jinên yek ji aliyê du birayên xwe ve ya dinê ji aliyê hevjînê xwe ve hatî qetilkirin hatin dayîn.
Li gundê Um Hunte yê ser bi bajaroka Gulale yê navçeya Xaneqîn a bajarê Diyala yê Başurê Kurdistanê, jina ciwan ya bi navê Lîqa Hebî ya 17 salî ji aliyê dû birayên xwe ve hat kuştin. Li gorî hat hînbûn wan xwişka xwe birine nêzî çemê gund û li wê qetil kirine. Hat zanîn cenaze ji Nexweşxaneya Gulale ji bo lêkolînê şandin Diyalayê.
Li Taxa Ûlûgazî ya navçeya Îlkadimê ya bajarê Samsûnê yê Tirkiyê jina binavê Mîhrîcan E. ya 46 salî ji aliyê hevjînê xwe Ogûz B.E. yê 51 salî ku tundiya sistematik lê dikir ve hat qetilkirin. Dema hê Mîhrîcan E. birîndar li ser giliyê kurê wê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Mîhrîcan E.’yê jiyana xwe ji dest daye.
Li cihê bûyerê Ogûz B.E. hat binçavkirin û birin miduriyeta polîsan. Tîmên tenduristiyê jî cenazeyê Mîhrîcan E.’yê ji bo otopsiye rakirin morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Samsûnê.