Li Rûsyayê bendav teqiya: 11 hezar kes asê man

Li bajarê Orskê yê Rûsyayê ji ber teqîna bendavê asta avê derket 4 metreyan û li herêmê 11 hezar kes asê man.

Navenda Nûçeyan-   Li bajarê Orskê yê girêdayî herêma Orenbûrg a Rûsyayê ji ber teqîna bendavê zêdetirî 2 hezar û 400 xanî di bin avê de man.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Herêmê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku duh êvarê beşek ji bendava li ser Çemê Uralê hilweşiyaye. Li herêma ku 4 hezar û 258 xanî lê hebûn, ji ber lehiyê nêzî 11 hezar kes asê man. Hat destnîşankirin ku li herêmê xebatên tehliyekirinê hê jî dewam dikin, hat parvekirin ku asta avê li hin cihan heta 4 metreyan bilind bûye. Ji ber lehiyê zêdeyî 2 hezar û 400 xanî di bin avê de man.