Li rojnamegerên li Îranê 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Rojnameger Elnaz Mihemedî û Negîn Bagerî 3 sal cezayê girtîgehê û 5 sal jî cezayê dûrketinê girtin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber serhildanên gel ên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kirin, ên zêde rastî zextan tên rojnameger in. Parêzer Amir Raisian diyar kir ku muwekîla wê rojnameger Elnaz Mihemedî ji doza ku tê de bi sûcdariya “hevkariya bi dewleta derve re” tê sûcdarkirin hatiye berdan lê diyar kir ku rojnameger Elnaz Mihemedî û Negîn Bagerî her yek ji wan bi 3 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.

Ragihandina rojnamegeran bi medyaya biyanî re hat qedexekirin

Di dema ku rojnameyên Hamemehan û Heft Sobh bertek nîşanî biryarê dan de, parêzerê Elnaz Mihemedî der barê dozê de ev tişt got:

“Doza Elnaz Mihemedî li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê tê dîtin. Elnaz Mihemedî ji ber sûcên ‘komployê’, ‘ji bo sûcên lihevkirinên bi veşarî’, ‘hevkariya bi hikûmeta biyanî ya dijmin re’ tê darizandin. Li gel ku der barê sûcdariya ‘hevkariya bi dewleta biyanî ya dijmin re’ de tu delîl tunebû jî, muwekîla min û Negîn Bagherî bi sûcdariya ‘komplo û lihevkirina veşarî’ 3 sal cezayê taloqkirinê birîn. Her wiha 5 sal jî cezayê dûrxistinê lê hat birîn. Dûrxistina 5 salan a ku ji bo van her du rojnamevanan hatiye dayîn, bi şert û mercên ku ji aliyê dadgehê ve hatiye diyarkirin e lê divê bê zanîn ku bersûcan her heyamê di bin hemahengî û çavdêriya berpirsên Wezareta Enformasyonê de beşdarî kursa perwerdeya etîka pîşeyî ya rojnamevaniyê bibin. Di nav van 5 salan de derketina derve, xebatên xwe yên pîşeyî, civakîbûn û danûstandina bi medyaya biyanî re li bersûcan hatiye qedexekirin.”