Li Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Çîlekan hat lidarxistin

Li Rojhilatê Kurdistanê, festîvala çîlekan hat lidarxistin û jinên ku beşdarî festîvalê bûn, diyar kirin ku çîlekên herî baş li welatê wan çêdibin lê tevî vê beramberî destên xwe nagirin.

HÎMA RAD

Sine- Hemû çîlekên li Îranê nêzî ji sedî 30 li gundê Shiyan ê girêdayî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê çêdibin. Bi vê boneyê ev 4 sal in li gundê Xiyan ê Senendejê her sal di werza biharê de festîvala çîlekan tê li darxistin. Festîval bi mebesta ku çîlekên li herêmê bi hemû Îranê bidin nasîn û bidin firotin tê lidarxistin û ev weke planeke hikumetê tê dîtin. Gel li dijî wê yekê derdikeve, kesên ku ji beşdariya rayedarên hikumetê ne kêfxweş nîn e dibêjin: “Ev festîval aydî gel e û hemû gelên Îranê vê dizanin, ên ku hîcaba bi zorê li jinan didin ferzkirin, mirovan neçarî penaberiyê dikin, cihê wan di nava gel de nîn e.”

Jinan li gorî daxwaza xwe cil û bergan li xwe kirin

Jinên ku ferzkirina hîcaba bi zorê ya rayedarên hikumetê red dikin, dema ku beşdarî festîvalê bûn li gorî daxwazên xwe cil û bergan li xwe kirin û piraniya wan bê hîcab beşdar bûn. Jinên ku bi cil û bergên Kurdî beşdar bûn, di festîvalê de bûn sedema dîmenên rengîn. Amîna Hosnî ya ji gundê Shiyan wiha got: “Çîlekên ku ji gundê Shiyan tên cihê xwe di nava çîlekên herî baş de digrin. Karê çîlekan piranî ji aliyê jinan ve tê kirin. Piranî em karkeran nagirin û di hilberandina çîlekan de kedek mezin didin. Dema ku em sibehê radibin karê me yê yekem avdanî ye û em têra wê gubre dikin.”

Ji çandin heta çinînê jin dixebitin

Amîna Hosnî da zanîn ku çîlek piranî xwemalî ye û çîlekên biyanî jî diçînin û wiha got: “Daxwaz zêdetir li ser çîlekên xwemalî ye, çîlekên biyanî mezintir in lê belê tama çîlekên xwemalî hîn zêdetir tê ecibandin. Ji her derê Kurdisatnê muşterî tên. Hemû karên çandin û çinînê ji aliyê jinan ve tên kirin. Di nava civakê de hewldanên jinan tên teqdîrkirin û rêz li keda wan tê girtin. Jin bi hêza xwe ya xwezayî di hiberîna çîlekan de serkeftinên girîng bi dest dixin. Em di firotinên giştî de pirsgirêkan dijîn, hinek caran komîsyon ji me bi bihayê nîvî çîlekan digrin û em tu feyde jê nagirin, em beramberî keda xwe nagirin. Dema ku em rasterast difiroşin gel, qezenca me zêdetir dibe.”