Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan nixumî agirê Newrozê

Berxwedana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike, bi agirê Newrozê hat geş kirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku ji 16’ê Îlonê û vir ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, bi ruhê berxwedanê ya Newroza nêzîk dibe berdewam dike. Duh bi şev jî li gelek bajaran gel daket qadan û li dijî hikûmetê xwepêşandan li dar xistin. Ji bilî xwepêşandanan, gel li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê agir pêxistin.

'Şoreş ne sêva li ser darê ye ku em li bendê ketina wê ne’

Li bajarê Zahîdanê gel piştî nimêja înê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Di xwepêşandanan de hate diyarkirin ku heya pergala Îranê neyê guhertin dê xwepêşandan berdewam bikin. Di pankarta çalakiyan hat vekirin de “Şoreş ne sêva li ser darê ye ku em li bendê ketina wê bin” hate vekirin. Melayê Mizgefta Zahidan Meek duh di nimêja înê de got ku yek milet û yek ol nikare welat birêve bibin û hemû hikûmetên bivî awayî têk çûne.

Li çiyayan agirê Newrozê hat pêxistin

Çiyagerên ku li bajarên Seqiz û Dêwlan ên Rojhilatê Kurdistanê dijîn, derketin ser çiyayên Rojhilatê Kurdistanê û diyar kirin ku heta serhildan bigihîjê serhildanê dê çalakiyên wan berdewam bike. Çiyagerên ku agir pêxistin, peyama Newrozê dan.