Li Rojhilata Navîn şer berxwedan û 25’ê Mijdarê: Şengal

Di nava salek de jinên Êzidî li dijî her cure tundiyê li derve, di nava civakê de û li malê bi pêşengiya TAJÊ li ber xwe dan têkoşîna xwe bi çalakiyên cur be cur domandin, semîneran dan û perwerde dîtin.

Li dijî her cure tundiyê berxwedana bi heybet a jinên Êzidî

CÎLAN ROJ

Şengal Bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê, li Kurdistanê û li her derê cîhanê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Jin bi deng û qîrîna xwe bûn dengê jinên ku hatine qetilkirin, rastî tundiyê tên û bi qetilkirinê re rû bi rû ne.

Li ser rûyê erdê tu cih û civak nîn e ku pergala mêr-dewletê bandora xwe li ser nekiribe. Yek ji van cihan jî Şengal e ku di sedsala 21’emîn de şahidî ji qirkirina herî mezin a li ser jinan re kir. Niha jinên Êzidî û pêkhateyên jin ên Şengalê bi hev re li dijî tundiya malbat, civak û dewlet-mêr li ber xwe didin û têdikoşin.

Jinên Êzidî di sedsala 21’emîn de li ber çavên hemû cîhanê rastî êrîşeke hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatin. Di êrîşa hovane ya DAIŞ’ê de dîsa jin bûn hedef û bi hezaran jin dîl ketin destên çeteyan, weke xenîmet li sûkan hatin kirîn û firotin. Piştî vê hovîtiyê jinên Êzidî bi hatina şervanên azadiyê re xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin kirin û li Şengalê ji bo avakirina jiyana nû ya azad û wekhev pêşengî ji civaka xwe re, ji pêkateyên Şengalê re kirin. Ev 10 sal in jinên Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xwe bi pêş dixin, rêxistinbûna xwe xurtir dikin û xwe digihîjînin hemû jinên li Şengalê.

Li dijî tundiyê berxwedana bi heybet a jinan

Têkildarî tundiye û berxwedana ku jin hem li Iraqê hem jî li Şengalê didin meşandin Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ji ajansa me re axivî.

Riham Hico diyar kir ku niha li gelemperiya cîhanê li dijî tundiyê berxwedaneke bi heybet a jinan heye û li hemberî vê berxwedanê jî tundiyeke pir dijwar a pergala mêr jî li ser jinan heye û wiha got: “Li her derê zihniyeta mêrê desthilatdar û pergal, azadiya jinan û civakê weke xetere li dijî xwe dibînin. Ji bo vê jî li gelemperiya cîhanê li hemberî jinan tundiyeke pir dijwar heye. Di roja me ya îro de berxwedaniya ku jin nîşan dide ne kêm e. Li her derê cîhanê bi reng û dengê jinan berxwedan û têkoşîna ku tê meşandin heye. Niha jin hem ji bo azadiya xwe hem jî ji bo azadiya civakê têdikoşin. Jinên Kurd û cîhanê îro bi felsefeya Jin-Jiyan-Azadî û ramanên Rêber Apo li hemberî pergalê şerekî mezin didin meşandin.”

Li Iraqê bi tu awayî mafê jinan nîn e

Riham Hico bal kişand ser qanûna Iraqê ku bi tu awayî mafên jinan lê nîn e û têkoşîna jinên Iraqî ku li dijî tundiyê didin meşandin û ev tişt anî ziman: “Di roja me ya îro de jinên Iraqê şiyar bûne, xwe bi pêş dixin û gihîştine wê astê û dibêjin li Iraqê mafên jinan nîn e. Îro li gorî qanûna Iraqê jin nikarin partiyeke siyasî ava bikin, lijneyeke jinan a xweser nîn e, di nava hikûmeta Iraqê de komîteyeke jinan heye lê berpirsên wê mêr in û li ser jinan mêr biryar didin. Lê demên dawî bi taybetî jinên Iraqê gihîştine wê astê ku gelek hemle dane destpêkirin, ketine vê ferqê ku hikûmeta Iraqê ji bo berjewendiya xwe jinan bi kar tîne. Iraq bi Zagona Rewşa Kesaneke rojevek da avakirin û ev planeke siyasî bû. Jinên Iraqê gelek hemle dan destpêkirin. Hemleyek bi navê ‘navê min navê dayika min e’ û hemleyek din jî jinên ku ne girêdayî tu alî bûn dabûn destpêkirin bi navê ‘heqê me heye em partiyek ava bikin, heqê me heye em biryarê li ser xwe bigrin’ û hwd. bû.”

Xebatên bi jinên Iraqî re

Riham Hico bal kişand ser xebatên ku bi jinên Iraqî re dane meşandin û ev nirxandin kir: “Bi pêşengiya TAJÊ gelek xebat hatin meşandin û jin kom bûn. Yên ku pêşî li dagirkirina axa Iraqê bigrin jin in, yên dikarin li pêşiya tundiyê bibin asteng jin in. Dema dengê jinên Iraqê bilind dibe hikûmeta Iraqê ji bo tepisandina van dengan rojevên sunî ava dike. Di qanûna Iraqê de tu mafê ku jinan biparêze nîn e. Niha di qanûna Iraqê de mafê zilam heye li hevjîna xwe bide, heqê bav heye li keça xwe bide û heqê bira heye li  xwişka xwe lêde. Lê heqê jinan ji bo tu tiştek nîn e. Yanî ji her aliyan ve heqê jinan hatiye binpêkirin.”

Qanûnên li dijî jinan

Berdevka TAJÊ Riham Hico di domandina axaftina xwe de destnîşan kir ku qanûnên li gelemperiya Iraqê tên ferzkirin li ser civaka Şengalê jî tên ferzkirin û wiha pêde çû: “Qanûnên ku li Iraqê tên ferzkirin li ser civaka Şengalê jî tên ferzkirin. Hikûmeta Iraqê û hêzên navneteweyî bûn sedem ku jinên Êzidî rastî tundî û qirkirineke mezin werin. Ji aliyê civakê ve jî jinên Êzidî rastî gelek tundiyê tên. Pirzewacî heye, di temenê biçûk de zewicandin heye, bi rêjeyek zêde berdan û hwd. hene. Pirsgirêkên zihniyetê di nava civakê de hene. Dema jinek tundî û neheqiyê li hemberê xwe qebûl neke di nava civakê de weke jineke bêexleq û bêar tê dîtin. Pirsgirêkên ku jin bi wan rû bi rû dimînin gelek in. Psîkolojiya ku jinên Êzidî di fermanê de jiyane heta roja me ya îro derbas nekirine û piştî fermanê civaka ku ji aliyê zihneyeta zilam ve tê meşandin ji jinan re nebû alîkar û vê yek pirsgirêka jinan girantir û mezintir kir. Jin nehatin tedawîkirin, berevajî zêdetir tundî li ser wan hat meşandin.

Tundiya nav malê

Riham Hico bi çend mînakan behsa tundiya ku li ser jinan tê meşandin kir û bal kişand ser têkoşîna TAJÊ ya 10 sal in li dijî tundiyê dide meşandin û got: “Ez dixwazim çend mînakan ji nav civakê bidim. Mînak qelen (next), li gorî biryara Bavê Şêx qelen hatiye sînordarkirin lê di serdemeke wisa de ev mijareke gelek bi êş e ku jin rû bi rû dimînin. Di civaka Êzidî de her kes li ser qelen nîqan dike lê kes nabêje ka em vê qelenê ji holê rakin, jin ne amûr û malê kirîn û firotinê ne. Ev tişta herî bi êş e di nava civaka me de. Lê tişta herî bi êş çi ye, nîqaş li ser jiyana jinan tê kirin lê fikir û biryara jinan nayê pirsîn. Yên li ser jinan biryarê didin mêr in. Ruxmû ku di nava baweriya Êzdayetiyê de jin xwedî rol û mîsyoneke girîng in jî di roja me ya îro de bi zihniyeta mêr tevgerandin heye. Îro tundiya ku herî mezin li ser jinan tê meşandin meseleya qelen e.

Weke TAJÊ tiştên ku tên ber destên me çi ne; li hemû gund û bajarokan meclisên me hene lê  roj nîn e ku jin rastî tundiyê nayên. Jinên ku rastê tundiyê tên tên meclisê, sedema tundiyê çi ye, zilam dixwaze jinê berde lê ji ber meseleya qelen li holê heye mêr dixwaze jin daxwaze berdanê lê bike da ku pereyê qelen ku beriya deh salan an jî 15 salan daye malbata jinan, bistîne. Ji ber ger jin daxwaza berdanê bike divê malbata jinê qelena ku beriya çend salan ji zilam girtiye, vegerîne. Ger zilam daxwaza berdanê bike mijara qelen ji holê radibe. Bes zilam çi dike, ji jinê re nabêje ez ê te berdim ji bo vê tundî lê dike da ku daxwaza hevberdanê bike, ji bo vê zilam her cure tundiyê li ser jinê dide meşandin.

Pirzewacî

Ji aliyê din ve malbata jinê çi dike, ji bo qelen nede jê re dibêje sebir bike, li ber xwe bide, bila zilam bibêje ez te berdim. Di vê meseleya civakî de jin di navbera malbat û mêr de dibe qurbanî. Ji derveyî vê di nava civaka me de jin rastî lêdanê tên, mêr jineke din tîne. Weke me got jinan hê jî bandora fermanê derbas nekirine. Jin tên kuştin, xwe dikujin. Jixwe mijara kuştina jinan jî di nava civaka me de ser tê girtin. Em weke TAJÊ di vê mijarê de jî gelek zehmetiyan dikşînin. Dema jinek tê kuştin em hewl didin sedema kuştinê fêm bikin, pirsgirêkê tesbît bikin ka sedem çi ye lê di vê mijarê de civaka me pir girtî û hişk e. Ev jî li pêş çareseriyê dibe asteng. Niha ji bo pêşîgirtina vê tundiyê 10 sal in weke TAJÊ em têkoşîneke mezin didin meşandin.”

40 ciwan dawî li jiyana xwe anîne

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico ragihand ku di nav salekê de li gorî lêkolîna wan li Şengalê nêzî 800 jin hevberdanê kirine, nêzî 40 ciwanan jî ji ber sedemên nehatine tesbîtkirin xwe kuştine û axaftina xwe wiha bi dawî kir. “Di nava salekê de nêzî 40 ciwanan xwe kuştin, yanî wisa tê gotin hatin kuştin an jî xwe kuştin ne diyar e. Gelek ji wan dayik in, ji ber tundiyê, ji ber zilam dixwaze jinek bîne ser û hwd. dibe sedema ku jin xwe bikujin.”

Li dijî tundiyê xebatên TAJÊ

Riham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armanc û hedefa TAJÊ û ev nirxandin kir: “Weke TAJÊ hewldan û armanca me ew e ku em pirsgirêka civakî û malbatî çareser bikin, malbateke azad û hevjiyana azad ava bikin. Em bi riya meclisên xwe pirsgirêkên malbat û jinan çareser dikin. Niha em herî zêde li ser zihniyetê disekinin. Em dizanin hemû tiştên ku derdikevin holê ji ber pirsgirêka zihniyetê diqewimin. Ji bo pêşîgirtina tundiyê, çareserkirina pirsgirêkan têkoşîneke zihnî tê xwestin. Em li aliyek têkoşîna siyasî didin meşandin li aliyê din ve têkoşîna civakî. Em ji bo bi pirsgirêkên jinan re eleqedar bibin dixwazin malên jinan ava bikin. Em herî zêde bi riya meclisên xwe perwerde û semîneran didin. Em di nava kar û xebatên xwe de jin û mêr bi hev re perwerde dikin û ev perwedeyên me jî hêdî hêdî encam digrin.”

‘Pirsgirêka ku em niha dijîn pirsgirêka zîhniyetê ye’

Riham Hico destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina tundiya li derve û hundir lazim e jin xwe zana bikin, perwerde bikin, bi rêxistin bikin û ev nirxandin kir: “Ger jin xwe zana û perwerde nekin nikarin pêşiya şerê taybet bigrin, nikarin pêşiya fermanan bigrin, zihniyeta eşîrtiyê ku di nava civakê de hatiye avakirin bigrin. Pirsgirêka ku niha em dijîn pirsgirêka zihniyetê ye. Piştî fermanê jinên Êzidî ji rewşa neyînî derketin, çek hildan, helwest nîşanî civak û eşîrtiya ku digot cihê mêr lê hebe jin nikarin çekê hildin, xwe zana kirin û fam kirin ku ji derveyî wan tu kes nikare wan biparêze, çi bav, çi mêr, çi bira û hwd. Jina ku xwe neparêze tu kes nikare wê biparêze. Jina ku xwe birêxistin neke, jina ku xwe perwerde neke, zehmet e xwe biparêze. Niha ji bo pêşîgirtina her cure tundiyê tişta ku ji jinên Êzidî tê xwestin xwerêxistinkirin, perwerde û vegera cewherê xwe ye. Em jî li ser van esasan têkoşîna xwe didin meşandin.”

 ‘TAJÊ hêza jinên Êzidî ye’

Riham Hico bal kişand ser neheqiyên ku li dijî jinan tên kirin û da zanîn ku li hemberî neheqiyan civak her dem pişta zilam digre, jin her dem bê piştgirî ne û ev tişt anî ziman: “Îro li Şengalê TAJÊ hêza jinên Êzidî ye. Her jin dikare xwe bispêre TAJÊ û li dijî tundiya mêr, eşîrtî û dewletê têkoşîna xwe di asta herî jor de bide meşandin. Dikare bi TAJÊ re ji bo îrade, nasname û civaka xwe têbikoşe. Ji vî akî ve em dikarin bibêjin ku weke TAJÊ em ji hemû jinan re bûne piştpal û gelek jin jî di bin sîwana TAJÊ de hatine birêxistinkirin.”

Mijara esasî xweparastin e

Riham Hico ragihand ku yek ji mijara din a esasî xweparastin e û got: “Dema em dibêjin xweparastin em nabêjin her kes bila çekê hilde û biçe eniya şer. Ger zihniyeta xweparastinê di însan de çêbibe dikare xwe li hemberî şerê taybet biparêze, dikare ji her cure tundiyê biparêze, li hemberî êrişên derve û hundir xwe biparêze. Ji van aliyan ve em xebateke berfireh didin meşandin. Niha xebateke me ya ku esasî em di nava  civakê de didin meşandin jî ew e ku em bikaribin xwe ji fermanan biparêzin. Bi riya weqfan êriş li ser jinên Êzidî tên meşandin, bi riya sazî û dezgehên cuda yên navneteweyî êriş tên kirin, jin ji civak, çand, bawerî, hebûn û axa xwe tên qutkirin.  Em vê xebatê didin meşandin da ku jin li ser çanda xwe, li ser baweriya xwe, li ser hebûna xwe û li ser rastiya xwe bimînin. Jinên Êzidî encax dikarin wisa xwe ji fermanan biparêzin. Ji bo vê kar û xebatên me hene. Yek ji xebata me ya din jî li her derê li ser jiyana wekhev û azad, li ser tenduristiya jinan, li ser rastiya jinan, dayîna semîneran e û her diçe em xebatên xwe li ser vê esasî berfirehtir dikin.”

 ‘Kampanya jinan ‘ Jin, Jiyan, Azadî’

Di çarçoveya kar û xebatên 25’ê Mijdarê de TAJÊ kampanyayeke bi dirûşma ‘Li dijî tundiya li ser jinan Jin,Jiyan, Azadî’ ji 5’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de belavok hatin belavkirin, semîner hatin dayîn û meş pêk hatin.

Riham Hico bal kişand ser vê û ev tişt anî ziman: “Niha weke TAJÊ me kampanyayek bi navê ‘Li dijî tundiya li ser jinan Jin, Jiyan, Azadî’ dabû destpêkirin. Bêguman armanca esasî ya kampanyaya me ew bû ku di nava civakê de rojeveke bi vî rengî were avakirin. Îro roj li dijî jinan tundiyeke pir dijwar tê meşandin. Îro em weke civaka Êzidî rastî tundiyeke pir mezin tên û jin di serî de em civak bi giştî rojane rastî vê tundiyê tên. Rojane dewleta Tirk êriş dike, dewleta Iraqê êrişa derûnî dide meşandin. Civaka Şengalê her dem di nav derûniya ku dê her dem rastî êriş û fermanan bê de ye. Bi vê derûniyê dijî. Lê berxwedaniyeke bêhempa ku di nav civakê de tê meşandin jî heye. Vê ruhê berxwedaniya ku di nav civakê de ava bûye ji fikir û felsefeya Serok Apo ye.”

 ‘Tundiya herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’

Riham Hico ragihand ku di roja me ya îro de tundiya herî mezin li Îmraliyê tê meşandin, tecrîd tundiya herî mezin e û wiha pêde çû: “Tecrîd gihîştiye asta ku ne tecrîd e qirkirin e. Rêber Apo ji bo hemû civakan û jinan xwedî projeya azadiyê ye. Îro di şexsê Rêber Apo de qirkirineke li dijî tevahî jinan û civakê tê meşandin û di şexsê civakê de jî li ser Rêbertî tê meşandin. Dema axaftina Rêbertî ne li gorî dijmin be yekser êrişî civakê dike. Mînak beriya niha piştî çend salan bi Rêbertî re hevdîtin hat kirin, Rêbertî got tecrîd didome û silav û hezkirinê xwe ji herkesî re şandibû. Piştî vê êrişeke dijwar li ser civakê pêk hat ji aliyê dijmin ve. Her wiha em ji Şengala berxwedê silav û hezkirinê xwe ji mîmarê azadiyê Rêber Apo re dişînin û em vê dibêjin êriş çiqasî dijwar dibin bila bibin em ê tu carî serî netewînin. Çawa ku Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe dide em ê jî li vir li ber xwe bidin û xwedî li projeya Rêbertî derkevin. Xebata herî esasî ya Rêber Apo jineolojî bû û em jî bi wesîleya vê rojê xwedî li projeya Rêber Apo yê jineolojiyê derkevin, em ê vê projeyê li Şengalê bêhtir bi pratîkî bikin, di kesayeta xwe û civakê de zindî bikin. Her wiha em heta Şengal xweser nebe, heta civaka êzidî negihêje mafê xwe, heta em demokrasiyê bi giştî Iraqê bi cih neynin, dê berxwedana me bidome.”

 ‘Em ê hemleya xwe ber bi qonaxeke din ve bibin’

Riham Hico wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Em ê heta dawiyê rêxistina xwe mezin bikin û têkoşîna xwe xurtir bikin. Her wiha em ê bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin û weke TAJÊ hemleya ku me daye destpêkirin, bi taybetî hemleya ‘Serok mêvanê mala we ye’ ku  ji bo azadiya Rêber Apo hatibû destpêkirin em ê derbasî qoneke din bikin û têkoşîna xwe li ser vê esasî xurtir û mezintir bikin.”