Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25'ê Mijdarê: Rojhilatê Kurdistanê û Îran

Her çendî hikumeta Îranê û zexta hişmendiya mêrsalar di her qada jiyanê de hebûna xwe dide avakirin jî êdî li pêşberî xwe tekoşîna jinan a bi wêrek re rûbirû dimîne. Jinên ku li dijî darvekirinê serî radikin, dibin îlham.

Li Îranê jinên ku bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re serî rakirin dibin îlham

Navenda Nûçeyan – Îran welatek ku di aliyê çandî, olî û dîrokî ve gelek dewlemend e. Lê bi Şoreşa Îslamî ya sala 1979’an jinan hem di aliyê civakî hem jî siyasî de rastî tundî û zextê hatin. Bi taybet piştî Jina emînî a k udi 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hate qetilkirin serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî destpêkir. Bi vê serhildanê re jinan ji bo rolên xwe yê civakî ji nû ve saz bikin û mafên xwe biparêzin tekoşîn kirin û ev tekoşîn bala hemû cîhanê kişand.

Zext û tundiya ku jin rastî hatin

Îro li Îranê jin hîna jî bi zext û tundiyek cidî re rû bir û ne. Bi taybet, polîtîkayên zextê  ku hikumet dimeşîne, azadî û mafê jinan binpê dike. Zextên ku jin pê re rûbirû tên wiha ne;

*Ferzkirina hîcabê, ji bo jinên Îranê zexta herî ber biçav ferzkirina hîcabê ye. Piştî şoreşa 1979’an, hîcab danîna sere xwe bi zagonan bû mecbûrî. Di salên dawî de jinan ji bo ferzkirina hîcabê protesto bikin “meşen bê hîcab” li darxistin, di dîjîtal medyayê de wêneyên bê hîcab parvekirin. Jinên ku bala hemû cîhanê kişandin ser xwe rastî mudexeleya tund ên hêzên ewlekariyê, cezayên girtîgehê, îşkenceyê hatin.

*Tundiya ku jin rastî hatin ne tene bi tundiya derûnî re sînordar ma; di heman wextê de rastî tundiya zayend û fîzîkî jî pirgirêkek pir cidî ye. Şîdeta li dijî jinan li Îranê diyardeyek e ku li gorî pîvanên çandî û olî pêk hatiye û hewl tê dayîn bi van pîvanan were rewakirin. Bûyerên wek tundiya nav malê, destdirêjî, tacîza zayendî û heta "kuştinên namûsê" pir caran diqewimin. Lê gelek caran ji hêla hin civak û hukûmetê ve têne paşguh kirin an têne veşartin. Ji ber ku jin di qada civakî de kêm tê dîtin dibe sedem ku ev cure tundiyê hîn zêdetir bibe.

*Sîstema zagonî li Îranê li ser newekheviya jin û mêr hatiye avakirin. Wek mînak di doza hevberdanê de jin bi mêr re ne xwedî mafên wekhev in. Her wiha mafê jin ya mîrasê ji ya meran kêmtir e. Di eynê wextê de mafê şahîdiyê ya jinan ji ya mêran nîvçotir e. Ev yek nîşaneya hiqûqî ya cudakariya ku jin di jiyana rojane de pê re rûbirû ye. Li Îranê hinek zagon, mînak Zagona Cezayê ya maddeya 630’emîn li gor berjewendiyê mêr e ev jî ji nîqaşan re vekiriye.

*Zexta li ser rola jinê ya di jiyana civakî de jî gelekî zêde ye. Jin bi mêran re di heman qadan de xebatkirin û di qada giştî de cih girtinê de zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku li dijî rêgezên olî tê dîtin, derketina jinan bi taybetî di spor û hunerê de tê astengkirin. Hebûna jinan li sînema, konser, maçên futbolê û çalakiyên din ên cîhê giştî de kêm e.

Jin bi biryardarî berxwedana xwe didominin

Tevî van hemû zextan jî jinên Îranê  tekoşina xwe ya guhertina civakî didominin. Parêzvanên mafê jinan û rêxistinên jinan di van salên dawî de bi serhildana ‘jin jiyan azadî’ û medyaya dijital karîbûn denge xwe bidin bihistin. Jinên ku serhildanê li hemû qadên jiyanê dimeşînin, berxwedana xwe di gelek aliyan de didominin.

Zext û tundiya ku li Îranê li ser jinê tê kirin, ne tene pirsgirêkek herêmiye, birsgirêkek giring a mafên jinan li ser asta cihanê ye. Di jiyana civakî û jiyana taybet de newekhevî û tundî hem di warê civakî û hem di warê huquqî de pirsgirêkên cidî derdixine holê. Lê bele tekoşîna jinên Îranê bûye sembola hêvî û berxwedanê. Ev tekoşîn ne tene li Îranê, li hemû cihanê di parastina mafê jinan de qonaxek giring e.

Girtîgeha Evinê bû kelha berxwedanê  

Piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” gelek parêzvanên mafên jinan, bi hêncetên cûda hatin girtin û rastî işkenceyên dijwar hatin. Jinên rastî darezandinên şênber û neheq hatin, cezayê giran yê girtîgehê girtin. Endama Komeleya Jinên Azad ya Rojhilatê  Kurdistanê (KJAR) Werişe Mûradî û Rojnameger Pexşan Azazî bi tekoşina azadiyê didin meşandin rastî cezayê darvekirinê hatin.

Gelek jinên girtî di girtigeha Evinê a Tehrana paytexta Îranê  de ne. Ev jin di nav de xwediyê Xelata Aşitiya ya Nobelê parêzvanê mafê mirovan Nergîs Mohammadî, berxwedana xwe ya li hember îşkenceyê didomînin. Sûda herî mezin jinên li girtîgehê da kampanyaya 'Ji darvekirinê re na' ku bi taybet di asta kurewî de hatî  meşandin. Wêrekiya jinên ku girtîgeha ku ji hemû mafan bêpar in veguherandine keleha berxwedanê, pêl bi pêl belav dibe.