Li Rojhilat û Îranê pêla girtina azadîxwazan didome
Li gel şoreşa Îranê û piştgiriyên kesayetên cuda yên civakê ji bo vê serhildanê, girtin jî zêde bûne û rojane hejmarek zêde ya xwepêşander û alîgirên serhildanê tên girtin.

Navenda Nûçeyan – Di serhildanên li Îranê de, pêla girtina hemwelatî, çalakvanên sivîl û siyasî, hunermend, xwendevan, rojnamevan û parêzeran zêde bûye.
Li gorî rapora rêxistina mafên mirovan hejmara welatiyên heta 10’ê vê mehê hatine girtin zêdeyî 15 hezar kesan e û hêzên ewlehiyê bi awayek berfireh xwepêşanderan bi tenê yan jî bi komî bi tometên dubare û derew digrin.
Roja 21’ê Cotmehê Behre Îranmanş û Ramîn Mensurnayî yên hevjînên hev in, bi ser mala wan de hat girtin, Ramîn Mensurniya û bavê wî girtin. Her wiha di heman rojê de Mîna Kawan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û wê birin cihek nediyar.
Di heman rojê de Mesume Hemîd xwendevana xelkê bajarê Ehwaz û Kamîle Irfaniyan çalakvana mafê jinan xwendekara zanîngeha zanistê bijîjka Esfehanê li mala xwe ji aliyê hêzên îdareya Italaet ve hat girtin û birin cihek ne diyar.
Her wiha di heman rojê de Feyzî Mah Celal hemwelatiyek ku rûniştvanê Tahran girt ku pêşî di 6’ê vê mehê de di dema nerazîbûnên seranser de hatibû girtin. Ji girtîgeha Evîn sewqî girtîgeha Qerçak Varamîn kirin.
Di heman demê de pêla girtinê berdewam dikin. Roja yekşema borî Sûyan Rezanî yek ji çalakvanên tên nasîn a Tevgera Karkeran û Tevgera jinên bajarê Sine, piştî 16 rojan hat girtin heta dawiya danaşînan bi kefalet demkî hate berdan.
Gelek kes tên binçavkirin û wan dibin cihên ne diyar
Ev çalakvana karkeran roja şemiyê di dema nerazîbûnên seranserî Îranê de ji aliyê hêzên dewletê ve li Sineyê hat girtin û birin cihek nediyar, ev çalakvana karek berê jî ji ber çalakî di aliyê mafê karkeran de kiriye sezayê 9 meh yê girtîgehê û sê sal û 70 qamiç li ser hate sepandin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyên bajarê Erdebîl di çend rojên borî de, Arzû Xeleqî çalakvana medenî ya bajarê Erdebîlê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin û birin cihek nediyar.
Hêzên rejîmê di roja 11’ê vê mehê de ser mala Suheyla Xalidiyan mamosteya taxa 1 ya Sine û çalakvana medenî de girtin û ew birin cihek nediyar.
Roja pênşemê 10’ê vê mehê Dinya Şîbanî hunermenda grafîkî û çiyager û mamosteya berfê ya xelkî Şîraz li bajarê Qişim piştî êrîşa hêzên ewlewiyê hat revandin û birin cihek ne diyar.