Li Rojhilat û Îranê jin ji kolanan venakişin

Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî dest pê kirin, weke serhildanek gel a bi pêşengtiya jinan didome.

Navenda Nûçeyan - Xwepêşandanên ku ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê “polîsên kaşo exlaqê” yên li Îranê ve hat qetilkirin, weke serhildanek bi pêşengtiya jinan didome.

Li gelek deverên Tahranê gel bi pêşengiya jinan li kolanan e. Hêzên rejîmê yên dixwazin xwepêşandanan bitepisînin, bêyî ku bibêje jin û zarok in, êrîşî çalakiyan dike. Li welat ji ber sînordarkirina peywendiyê hejmara binçavkirin, girtin, birîndar û jiyana xwe ji dest dane hîn zelal nebûye. Tê diyarkirin ku jin û zarokên hatine binçavkirin rastî îşkence û tacîzê tên.

Li gorî daneyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi dest xistine, hat ragihandin ku di xwepêşandanên li seranserê Îranê de 83 kes hatin qetilkirin û piraniya kesên hatine qetilkirin temenê wan di bin 18 saliyê de ne. Li aliyê din çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hejmara kesên ku di encama êrîşên hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane ji yên ku hatine vegotin gelek zêdetir e.

Li hemû bajaran çalakî tê lidarxistin

Çalakiyên li dijî qedexeya înternetê ya li welat, li ser hesabên medyayê tê parve kirin. Di vîdeoyan de tê dîtin ku dema xwepêşanderan li herêma Guherdeşt a bajarê Kerec a parêzgeha Elborzê dimeşin, şofêrên wesayîtan jî ji bo piştevaniya wan kornaya wesayitên xwe dixin. Di xwepêşandana ku li Mehsedê hat lidarxistin de jî, xwepêşanderan bi qêrîna dirûşmeyan wesayîta polîsan serûbin kirin. Dîsa hema li hemû bajarên welat çalakvanan bi qîrîna dirûşmeyên li dijî hikûmetê çalakiyên xwe didomînin. Boykotên ku xwendekarên zanîngehê bi mamosteyên xwe re pêktînin jî didome.

Ji tîma futbolê ya Îranê piştgirî

Tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê ji bo piştgirî da xwepêşandanên li welat didomînin, di maça amedekariyê ya bi Senegalê re lêyistin de çakêtên reş li xwe kirin û derketin. Futbolvanan di daxuyaniya xwe yên li ser hesabên xwe yên medyayê de bal kişandin li ser qetilkirina Jîna Mehsa Emînî.

Binçavkirin û girtin

Dema li welat xwepêşandan dewam dikin, bi binçavkirin an jî girtina xwepêşanderan hewl tê dayin ku xwepêşandan bên tepisandin. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îranê de cih digrin, li Gîlanê 739, li Mazenderanê 450 û li Îlamê jî 180 kes hatine binçavkirin. Sendîkaya Xwendekarên Zanîngeha Tehranê ragihand ku herî kêm 30 xwendekar û Sendîkaya Rojnamegerên Tehranê jî ragihand 20 rojnamevanên hatine binçavkirin. Hejmara binçavkirinên li welat bi hezaran tê îfadekirin.